Trajediya koçberan a li Rojavayê Kurdistanê: Rewş dijwar e û zarok bê şîr man

Trajediya koçberan a li Rojavayê Kurdistanê: Rewş dijwar e û zarok bê şîr man

.

A+A-

Li dibistaneke Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê, bi sedan malbatên koçber ên ji Hisîça û Serê Kaniyê di rewşeke dijwar de dijîn.

Îsmaîlê ku xwedî pêdiviyên taybet e nikare debara zarokên xwe bike û dayikek jî dibêje, "Şîrê min ji bo zaroka min tune."

Îsmaîl Heşoyê ji Serê Kaniyê yek ji wan koçberan e ku niha li Girkê Legê dimîne. Ew ker û lal e.

Sê zarokên wî li benda destê wî ne, lê ji bilî îşaretên nebûnê, tiştekî din di destê wî de nîne.

“Şîrê min ji bo zaroka min tune”

Malbateke din a koçber Alîn Ela ye, hîn 5 saet bi ser hatina wê ya dibistana li Girkê Legê re derbas nebûne.

Xwarin û elektrîka wan nîne û barê giran ê sê zarokan li ser milê wê ye, di demekê de ku hevjînê wê li eniyên pêş ên şer e.

Ji ber nebûna şîr, ew û zaroka wê ya li ber şîr ji hev qut bûne.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hawara wan ve çû

Rinde Ebdoyê, jineke din a koçber, behsa rewşa xwe ya dijwar dike û dibêje, "Rewşa me gelekî xirab e û pêdiviya me bi her tiştî heye."

Wekî bersivdaneke mirovî, tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî gihiştin cem wan û alîkariya xwarin û pêdiviyên rojane ji bo wan dabîn kirin, bi armanca ku beşek ji êşên wan kêm bikin.

Endamê Desteya Birêvebir a Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Îsmaîl Heyder ji Rûdawê re ragihand:

"Zêdetirî 400 malbatên koçber ku piraniya wan xelkê Hisîça û derdora wê ne, li nav dibistanên Girkê Legê bi cih bûne û pêdiviya wan bi alîkariyeke lezgîn heye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin