Tom Barrack: Serdema destêwerdana welatên rojavayî li Rojhilata Navîn bidawî bû

Tom Barrack: Serdema destêwerdana welatên rojavayî li Rojhilata Navîn bidawî bû

.

A+A-

Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriyeyê, Tom Barrack ragihand, serdema destêwerdana welatên Rojava li Rojhilata Navîn bi dawî hatiye. Barak herwiha destnîşan kir ku Peymana Sykes-Picot şaşîtiyek bû û Amerîka wê ti carî dubare neke.

Tom Barrack, ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump bo Sûriyeyê ye, îro 25ê Gulana 2025an, li ser tora civakî ya "X" daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Barrack got: "Sedsala borî, Rojava nexşe û sînorekî destkird bi ser herêmê de sepand. Peymana Sykes-Picot, Sûriye û tevahiya herêmê ji bo berjewendiya împaratoriyan dabeş kir, ne ji bo aştiyê. Ew şaşîtiyek bû ku nifş li dû nifş bacê wê dan. Amerîka wê şaşîtiyê ti carî dubare neke."

Barrack herwiha amaje bi wê yekê kir ku "Serdema destêwerdana Rojava bi dawî bûye. Pêşeroj ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û ji bo hevparî û dîplomasiya li ser bingeha rêzgirtinê ye."

Derbarê rewşa Sûriyeyê de, Tom Barrack teqez kir ku karesata li Sûriyeyê ji ber dabeşbûnê derketiye holê û got: "Divê ev welat bi rêya vegerandina rûmet, yekitî û veberhênanê, ji nû ve ji dayik bibe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin