Tirkiyeyê qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

Tirkiyeyê qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

.

A+A-

Tirkiyeyê qedexeya li ser geştên xwe yên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê careke din dirêj kir.

Berdevkê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku Tirkiyeyê ew ji biryara xwe agahdar kiriye.

Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê jî di daxuyaniyekê de eşkere kir:

“Dezgeha Hewavaniya Sivîl a Tirkiyeyê di agahdariyekê de biryar da ku dema rawestandina geştên asmanî û qedexeya bikaranîna qada asmanî ya welatê xwe ya li hemberî geştên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê heta 6ê Kanûna Paşîn a 2026an dirêj bike.”

Qedexeya Tirkiyeyê 3yê Nîsana 2023yan dest pê kiribû û heta niha çend caran hatiye dirêjkirin.

Tirkiyeyê wekî hinceta rawestandina geştan, zêdebûna çalakiyên PKKyê yên li Silêmaniyê û “ketina rêxistinê ya nav balafirgehê ya bi awayekî ku gefê li ewlehiya firînê dixe” nîşan dabû.

Rêhewaya Tirkiyeyê geşt rawestandibûn

Ji 3yê Nîsana 2023yan ve Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) geştên xwe yên ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rawestandine.

Her wiha Tirkiye destûrê nade ku balafirên ji Silêmaniyê radibin yan jî ber bi wir ve diçin, asmanê Tirkiyeyê bi kar bînin.

Birêvebirê Balafirgeha Silêmaniyê Hindirîn Hiwamiftî di daxuyaniya xwe ya 6ê Kanûna Paşînê de ragihandibû ku Tirkiyeyê qedexeya li ser asmanê xwe heta 6ê Tîrmehê dirêj kiriye.

Piştre Rêhewaya Tirkiyeyê qedexeya bikaranîna asmanê xwe ya ji bo geştên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê heta 6ê Çiriya Pêşîn (îro) dirêj kiribû.

Hîmê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003yan hatibû danîn û sala 2005an bi awayekî fermî hatibû vekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin