Tirkiyeyê Efrîn topbaran kir: 2 kesan canê xwe ji dest da

Tirkiyeyê Efrîn topbaran kir: 2 kesan canê xwe ji dest da

.

A+A-

Tirkiyeyê gundê Bênê yê nahiyeya Şêrawayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Di vê topbaranê de Kurdekî canê xwe ji dest da û Kurdek jî birîndar bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn–Sûriyeyê ragihand ku Tirkiyeyê êvara duşemê gundê Bênê topbaran kiriye.

Li gorî heman çavkaniyê, bêhtir ji 10 topan li gundê Bênê ketine.

Navê Kurdê ku hatiye kuştin Ciwan Izzet Eswed e, Ciwan 36 salî bû û bavê 5 zarokan bû.

Ednana Îso Kitoyê 39 salî jî birîndar e û birînên wî xedar in.

Ednan niha li Nexweşxaneya Avrînê ya Şehbayê tedawî dibe.

Herwiha ziyanên madî gihane mal û milkên xelkê.

Leşkerekî Sûriyeyê jî hat kuştin

Di heman demê de, di encama topbarankirina xaleke leşkerî ya hêzên artêşa Sûriyeyê de, leşkerê artêşa Sûriyeyê yê bi navê Elî Menhel jî hatiye kuştin.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin