Tirkiyê û komên çekdar êrişî 7 gundên Rojavayê Kurdistanê kirin

Tirkiyê û komên çekdar êrişî 7 gundên Rojavayê Kurdistanê kirin

.

A+A-

 Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê îro jî 7 gundên Girê Spî û Kobanî topbaran kirin.

Nûçegihanê Rûdawê li Kobanî Berzan Ferman ragihand, îro artêşa Tirkiyê bi çekên giran gundê Xanî yê li rojhilatê Kobanî û gundên Erîde, Cirin, Qezelî, Zenûbiya, Hiriye û Ehmediye yên li rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê duh Şembiyê 8ê Çileya 2022an jî navenda bajarê Kobanî û gundên li rojhilatê wî bajarî topbaran kiribû û di encam de muxtarê gundê Bindirxanê, Ibrahîm Ceradî canê xwe ji dest dabû û 13 welatiyên din jî birîndar bibûn, ku di nava wan de zarokek jî hebû.

Her di topabarana duh a artêşa Tirkiyê ya li ser gundê Qeremax ê Kobaniyê de, zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî yê 4 salî lingê xwe ji dest da.

Bavê Ebdo, Mistefa Henîfî ji Rûdawê re ragihand, “Em li mala xwe rûniştîbûn, dengê mûşekê hat, min ji kurê xwe re got here hundir ez ê binêrim çi çêbûye, hema du gavan ez meşiyam, dengê bi dehan topan hat ez vegeriyam wiha li lawê min hatibû û derb lê ketibû.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê wê ya Twitterê hatiye belavkirin, amaje bi wê yekê kiriye ku wan di tola kuştina 3 leşkerên xwe de bargehên YPGê bi giranî topbaran kirine û îdia kiriye ku di encamê de 12 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.

Duh li Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, 3 serbazên Tirkiyê di encama teqîna mînekê de li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatibûn kuştin û Wezareta Berevaniya Tirkiyê, YPG bi encamdana êrişê tohmetbar kiribû.

Ji îlona sala 2021an ve Tirkiyê liv û tevgerên xwe li eniyên şer ên Kobanî û Til Temirê zêdetir kirine. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî berdewam tekez dikin ku ew bê bersiv namînin û dê hertim berevaniyê di ber deverê xwe de bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin