Tirkiye tengavan li ber keştiyên şer ên Rûsyayê digire

Tirkiye tengavan li ber keştiyên şer ên Rûsyayê digire

.

A+A-

Hikûmeta Tirkiyê ragihand; bi fermî welatên qeraxa Deryaya Reş agahdar kirine ku biryar dane, hatûçûna keştiyên şer ên Rûsyayê li tengavan qedexe kirine.

Hikûmeta Tirkiyê ragihand; bi fermî welatên qeraxa Deryaya Reş agahdar kirine ku biryar dane, hatûçûna keştiyên şer ên Rûsyayê li tengavan qedexe kirine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye rê nade derbasbûna ti keştiyeke şer û hemû welatên qeraxa Deryaya Reş û welatên din ji vê biryarê hatine agahdarkirin.

Mevlut Çavuşoglu got: “Em tekezî li ser pabendbûna xwe ji bo Peymana Montroyê dikin.”

Beriya wî jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû: "Em di wê biryarê de ne ku desthilata ku Peymana Montroyê ya di warê hatûçûna keştiyan de daye welatê me, em bi awayekî ku bibe rêgirê qeyranê bikar bibin."

Recep Tayyip Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Koşka Serokomariya Tirkiyê hat lidarxistin daxuyanî da û got: "Di vê pêvajoyê de ji bo dabînkirina aşitî û îstiqrarê, me bê navber hewlên xwe yên dîplomatîk ên yên firealî, domandin.”

Erdogan herwiha eşkere kir: "Êrîşên Rûsyayê yên li dijî axa Ukraynayê nayê qebûlkirin, em têkoşana rêveberiya Ukraynayê û gelê wê teqdîr dikin."

Herwiha got: "Tirkiyê heta îro hemî berpirsyariyên xwe yên ku di serî de NY, NATO û YE, ji saziyên ku tê de cih digire tifaqan hildaye bi temamî cîbicî kirine."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin