
Tirkiyê sînorê qezaya Şingalê bi dronekê bombebaran kir
.
A+A-
Artêşa Tirkiyê sînorê qezaya Şingalê bi dronekê bombebaran kir.
Li gor hat ragihandin, Encûmena Gel a Sinûnê hatiye armanckirin.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, droneke Tirkiyê Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kir û li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşê de kesek birîndar bûye.
Medyaya nêzîkî PKKê di derbarê bûyerê de daye zanîn ku droneke Tirkiyê du caran avahiya Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kiriye.
Heta niha jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser êrîşê de tu agahiyek belav nekiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin