Tirkiye – Şêxê terîqeteka îslamî ji ber destdirêjî li keçikek 12 salî hat girtin!

Tirkiye – Şêxê terîqeteka îslamî ji ber destdirêjî li keçikek 12 salî hat girtin!

 Li Tirkiyê, şêxê terîqetekê bi tohmeta ku “dest avêtiye” keçikek 12 salî, hat girtin. Jê re 42 sal zîndan tê xwastin.

A+A-

Çend roj berê li devera Akyazê ya bajarê Sakarya yê Tirkiyê, şêxê terîqeta “Uşşakî”, Eyûb Fatîh Şagban (58 salî) bi tohmeta ku dest avêtiye keçikek 12 salî hat girtin.

Li gorî agahiyan, ew zaroka ku wî şêxî dest avêtiyê, keça murîdekî wî ye!

Dozgeriya bajarê Sakarya doznameya girtina wî amade kiriye û jê re 42 sal zîndan xwastiye. Her gava dadgeh wê doznamê qebûl bike ew şêxê tirk dê 42 salan bikeve zîndanê.

Li gorî agahiyên ku di medyaya Tirkiyê de hatine belavkirin, wî şêxî bavê wê keçkê tehdîd kiribû ku bila ew rûdan veşartî bimîne. Li hember de ew çi bixwaze dê bide! Lê bavê keçkê guh nedabû şêx û çûbû li asayişê gilî li şêx kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin