Tirkiye: Me emîrê DAIŞê yê Tirkiyê girt!

Tirkiye: Me emîrê DAIŞê yê Tirkiyê girt!

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê ragihand, wan emîrê DAIŞê yê Tirkiyê girtine ku gelek êriş pilan kiribû!

A+A-

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu ragihand, duhî hêzên ewlehiyê li bajarê Adana operasyonek li dijî endam û alîgirên DAIŞê pêk anîn û serkirdeyekî DAIŞê girtin.

Soylu da zanîn, ew kesê ku hatiye girtin kesekî tirk bi navê Mahmut Ozden e û xwe wek emîrê DAIŞê yê Tirkiyê daye nasîn.

Bi gotina wî wezîrê tirk, wî serkirdeyê DAIŞê pilana çend êrişan dijî hinek cihên stratejîk, siyasetmedar û berpirsên dewletê danîbû!

Li gorî agahiyên wezîrê navxwe, DAIŞê dixwast êrişî mizgefta Ayasofya û çend sazî û dezgehên din yên li Stenbolê bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin