Tirkîyê li dijî PKKê operasyonek nû ragihand

Tirkîyê li dijî PKKê operasyonek nû ragihand

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê aşkere kir, ku wan îşev operasyonek nû li dijî hêzên PKKê bi navê Pençe-Kartal anku Pence-Şahîn destpê kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê li ser hesaba xwe ya twitterê destpêkirina vê operasyonê ragihandîye û destnîşan kirîye, balafirên şer ên Tirkîyê pêgehên PKKê dikin armanc.

Di daxuyanîyê de tê gotin: “Operasyona Pence-Kartal destpê kirîye. Balafirên me pêgehên terorîstan li ser serê wan dirûxînin.”

Medyaya nêzîkî PKKê jî ragihand, ku balafirên şer ên Tirkîyê Çîyayê Şingalê û derdora Kampa Mexmûrê bombebaran dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin