
Tirkiyê li derdora Kobanê embarên genim bombebaran kir: 500 ton telef bû
.
A+A-
Hate ragihandin ku balafirên şer û yên bêmirov ên Tirkiyeyê îro gundewanrê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û ziyanên madî hatin tomarkirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, îro balafirên Tirkiyê gundên Aşmê, Toreman û Zor Mexarê li rojavayê Kobaniyê û embarek li dûrêya Sirînê bombe kirin û ziyanên madî hatin tomarkirin. Hate diyarkirin ku 500 ton genimê embarê telef bûye.
Li aliyê din şer û pevçûnên li derdora bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê jî di navbera hêzên HSD û komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve berdewam dikin.
HSDê herî dawî ragihandiye ku hêzên wan 4 dronên Tirkiyê li derdora Bendava Tişrînê xistine xwar û êrîşeke li ser bendavê jî têk birine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin