
Tirkiye herî zêde kel û pelan difiroşe Îraq û Herêma Kurdistanê
.
Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku herî zêde kel û pel ji Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine hinartin.
Tirkiyeyê sala 2025an herî zêde kel û pel hinardeyî Îraq û Herêma Kurdistanê kirine û qebareya hinardeyê gihişt 10,3 milyar dolaran.
Di lîsteya hinardeya Tirkiyeyê de, Bulgaristan bi 4,7 milyar dolaran di rêza duyem de û Sûriye jî bi 2,6 milyar dolaran di rêza çarem de cih girt.
Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, sala borî hinardeya Tirkiyeyê li gorî sala 2024an ji sedî 4,5 zêde bûye û derketiye 273,4 milyar dolarî.
Sala 2025an, welatên ku herî zêde zêdebûna hinardeyê li wan hatiye qeydkirin Sûriye (ji sedî 70), Bulgaristan (ji sedî 6,8) û Yunanistan (ji sedî 4,5) bûn.
Her wiha Tirkiyeyê herî zêde madeyên kîmyewî û xwirek ê jî hinadeyî cîranên xwe kirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin