Tirkiyê êrişî devera Til Temirê kir

Tirkiyê êrişî devera Til Temirê kir

.

A+A-

 Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrişî gundewarên Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, şeva borî Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşî gundwarê Til Temirê kirin û hêzên Encûmena Leşkerî ya Til Temirê rûbirûyî wan bûne.

Li gor zanyariyan, Tirkiyê û grûpên çekdar êrîşî gundê Til Leben li başûrê rojavayê Til Temirê li tenişta rêya navdewletî ya M4 kirine û şer û pevçûn çêbûye.

Li gor heman çavkaniyan, di êrîşê de hejmarek çekdarên Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, hatine kuştin û birîndarkirin bê ku amaje bi hejmara wan bike.

Ev êrîşa bejahî ya Tirkiyê û grûpên çekdar tenê piştî çend demjimêran ji ragihandina kontrolkirina zindana Sinaa li Heseke hat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin