Tirkiye di giliyên DMMEyê de bû welatê yekemîn

Tirkiye di giliyên DMMEyê de bû welatê yekemîn

.

A+A-

Piştî ku Rûsya, bi biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji endamtiyê hat derxistin, Tirkiye ku di serlêdanên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de di rêza duyem de bû, bû welatê yekemîn.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber şerê Ukraynayê, Rûsya ji endamtiyê derxist û bi vê biryarê berpirsyariyên Rûsyayê li beramber Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê nema. Pêştir di serlêdana giliyan de bo Dadgeha Ewropayê welatiyên Rûsya di rêza yekem û welatiyên Tirkiyê di rêza duyem de cih digirtin.

Li gor amarên heta dawiya sala 2021ê li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, di rêza yekem de derbarê Rûsyayê de 17 hezar û 13 gilî, di rêza duyem de derbarê Tirkiyê de 15 hezar û 251 gilî, di rêza sêyem de derbarê Ukraynayê de 11 hezar û 372 gilî, di rêza çarem de derbarê Romanyayê de 5 hezar û 690 gilî û di rêza pêncem de derbarê Îtalyayê de 3 hezar û 646 gilî hatibûn tomarkirin.

Piştî Rûsya ji Konseyê hat derxistin, di nav welatên ku derbarê wan de herî zêde gilî hatine tomarkirin, Tirkiye bû yekemîn welat.

Ji sedî 70ê giliyên li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê hatine kirin, derbarê Rûsya, Tirkiye, Ukrayna û Romanyayê de ne. Herwiha, di sala 2021ê de welatê ku herî zêde li ser mafên mirov hatibû cezakirin, bi 31 dozan Tirkiye bû. Rûsya piştî hilweşandina Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê, di 28ê Sibata 1996ê de bû endamê Konseya Ewropayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin