Tirkiyê çemê Hîzil ziwa kir

Tirkiyê çemê Hîzil ziwa kir

.

A+A-

Ji ber girtina avê ji aliyê Tirkiyê ve, Çemê Hîzil li navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê bi tevahî ziwa bû.

Çemê Hîzil bi dirêjahiya 36 kîlometreyan di sînorê Zaxo re derbas dibe,  10 hezar donim erdê av dide. 8 gund li derdoa çem hene, eger  pirsgirêka avê li wan gundan neyê çareserkirin, metirsiya valabûnê li ser wan heye. 

Tikriyê li ser wî çemê, 7 bendav ava kirine. Rêveberê Fermangeha Avdêriya Zaxo dibêje, ew bendav dê bandorê li ava bin erdê jî bike. 

Cotkar Tahîd Esed li Gundê Dornexê ev 15 sal e karê cotkariyê dike û bax û 200 serî pezên wî hene, lê ew niha rûbirûyê metirsiya kêmaviyê bûye, ji ber ku ava Çemê Hîzil ziwa bûye.

Xelkê Gundê Dornexê Tahîr Esed dibêje: “Tirkiyê ava girtî, me jî got ku ji bo em bêav nemînin me jî depo û bidonên avê tejî kirine. Em dê ava xwe bidin pez.”

Çemê Hîzil ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û 36 kîlometreyan di nav sînorê Zaxo de dimîne.

Xelkê 8 gundên Zaxo deravek ji rexa çem vekişandine da ku gundê xwe vala nekin.

Xelkê Gundê Rebenkayê Elî Îbrahîm jî got: “Hîzil hişk bûye, em dê hercar şefel û hefareyan bînin. Niha tenê coyek maye. Bi zorê têra me dike yan jî nake. Dibêjin dê wê jî li ser me bigirin, eger ew girtin em dê herin malên xwe û ev bax û baxçe jî dê wisa bimînin.”

Tirkiyê 7 bendav li ser Çemê Hîzil daniye. Li gor Rêveberiya Fermangeha Avdêriyê ya Zaxo mezintirîn bendav dikeve Gundê Deştexê.

Rêvebirê Fermangeha Avdêriya Zaxo Selman Mihemed dibêje: “Hikûmeta Tirkiyê bendavak beramber Gundê Deştexê li ser Robar ava kiriye. Ew dê bandorê li ser ava di bin erdê de jî bike, ji ber ku av di bin erdê de beşek ji ava robarî werdigire û kom dibe. Teqez dê bandora xwe li ser wê jî bike.”

Li gor Rêveberiya Fermangeha Avdêriyê ya Zaxo nêzîkî 10 hezar donim erd li ber ava robarê Hîzil tên avdan.Metirsya hişkbûn û valabûna wan heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin