Texas: Li dêrê nîvê cemaetê hat kuştin

Texas: Li dêrê nîvê cemaetê hat kuştin

Di dema ayînê de li dêrê 50 kes hebûne

A+A-

Di 5ê Mijdarê saet di 11:00ê de li navçeya Sutherland Springs ya li eyaleta Texas a Amerîkayê di dêrêkê de di dema ayinê de cemaet hatîye gulebarankirin; 26 kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûne.  Di nava kuştîyan de zarokek 5 salî jî hebûye. Keşe û jina xwe ne li dêrê bûne lê keça wan ya 14 salî li dêrê hatîye kuştin.

Di dema ayînê de li dêrê 50 kes hebûne ku tevayîya niştecîyên herêma Sutherland Springs ya Texasê 700 kes in.

Li gorî şahîdekî bûyerê kujêr di dema ayinê de ketîye hundirê dêrê û cemaetê gulebaran kirîye û sê caran jarjûra xwe guhartîye. Li gorî medyaya amerîkîyî kujer Devin Kelleyê 26 salî ye, yekî nexweşê derûnî e û piştî bûyerê di trimbêla xwe de xwe kuştîye ya jî hatîye kuştin.

Serokê Amerîkayê Trump li Japonyayê daxûyanî daye û gotîye; bûyer encama nexweşîyeka derûnî ye ku li Amerîkayê heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin