
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: Mafên Kurdan li Sûriyeyê rewa ne û divê di destûrê de werin çespandin
.
Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, bi daxuyaniyekê helwesta xwe derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diyar kir û ragihand, parastina mafên Kurdan berpirsiyariyeke mirovî û niştimanî ye.
Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê îro 20’ê Çileyê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ew bi nîgerniyên kûr çavdêriya guhartinên bilez û hesas ên li Sûriyeyê dikin. Tevgera Îslamî di peyama xwe de bal kişand ser çar xalên bingehîn:
1. Mafên rewa û nasnameya Kurdî
Tevgerê destnîşan kir, mafên gelê Kurd li Sûriyeyê mafên rewa û şer’î ne got: "Di her guhartineke siyasî de, divê nasnameya gelê Kurd û mafên wî wekî pêkhateyekî sereke û resen were parastin. Divê careke din rê neyê dayîn ku gelê Kurd rastî zilm û bêpariya mafan were."
2. Banga ji bo diyalog û parastina sivîlan
Tevegra Îslamî bang li hemû aliyên Kurdî û hêzên opozîsyonê kir ku berjewendiyên bilind ên sivîlan di ser her tiştî re bigirin. Hat xwestin ku diyalog bibe bingeha bingehîn, da ku rê li ber pevçûnên leşkerî, kuştin, birîndarbûn û koçberiya xelkê were girtin.
3. Jiyana hevbeş li ser bingeha olî û dadmendiyê
Amaje bi wê jî kir ku dînê Îslamê bingeheke xurt ji bo wekhevî û jiyana hevbeş daniye. Tevgerê daxwaz kir ku peywendiyên di navbera Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyan de li ser bingeha "rêzgirtina dualî û dadperweriyê" bin da ku aramî vegere herêmê.
4. Rêgirtina li guhartina demografîk
Tevgera Îslamî bang li civaka navdewletî û welatên herêmê kir ku berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina asayîşa herêmên Kurdî pêk bînin. Hat xwestin jî rê li her cure destwerdanên ku dibin sedema guhartina demografiya herêmê yan jî gurkirina fitneya mezhebî û neteweyî, were girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê hêviya aştî û aramiyê ji bo gelê Sûriyeyê xwest. Her wiha careke din tekezî li ser giringiya yekrêziyê û "diyaloga di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSD’ê" kir da ku mafên hemû pêkhateyan di destûra nû ya wî welatî de werin mîsogerkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin