
Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Li Kolanên Qoserê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî Pîroz Kir
.
A+A-
Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên Mêrdînê bi minasebeta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî bi rêvebir û endamên xwe ve li Kolanên Qoserê belavokên li ser zimanê kurdî belav kirin.
Endamên PWKyê ji ber avahîya PWKyê dest bi çalakîya xwe kirin. Li Cadeya Ruhayê û li herdu alîyê Qada Azadîye bi muzîka li gel megafonê belavok belav kirin. Cî bi cî bi megafone bi deng sloganên ji bo zimanê kurdî avêtin.
Gelê me yê Qoserê eleqeyeke baş nîşanî vê çalakîyê da.
Çalakî bi awayekî serkeftî bi dawî hat.
21.02.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)











NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin