Teqînên li Kabulê: 12 serbazên Amerîkayê hatin kuştin

Teqînên li Kabulê: 12 serbazên Amerîkayê hatin kuştin

.

A+A-

 Li ber deriyê Ebî Gît yê balefirxaneya Kabulê li Efxanistanê 3 teqîn çê bûn, û li gorî amarên herî dawî, 12 jê serbazên Amerîkayê, 60 kesan di wan teqînan de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyan di wan teqînan de, bi kêmanî 60 kesên Efxanî hatine kuştin, ku zarok jî di nav de hene.

Lê li gorî dîmenên ku ji teqînan belav bûne, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir be, ji wê hejmarê, û zîdetirî ji 150 kesan jî birîndar bûne. 

Endamekî Tevgera Talîbanê jî got, ku çend kes ji endamên wê tevgerê jî, di wan teqînan da birîndar bûne.

Berpirsekî Amrîka jî ragihand, ku bi kêmî 10 serbazên wan jî hatine kuştin, û çend serbaz jî birîndar bûne.

Berpirsên Amerîkî herweha diyar dikin, ku zû bi zû zaniyariyên nû werdigrin û hewil didin, amara rastîn ya qurbaniyan eşkere bikin.

Berdevkê Pentagonê John Kirby jî piştrast kir ku di encama teqîna li nêzikî Firokexaneya Kabulê de, hejmareke serbazên Amerîkî bûne qurbanî.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Di encama du teqînên ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ve 12 serbaz hatine kuştin û 15 serbaz jî birîndar bûne.”

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd berî niha ragihandibû, du teqîn li nêzikî Firokexaneya Kabulê çê bûne û “13 ta 20 kuştî û 52 birîndar hene.”

Herwiha Berdevkê Talîbanê jibilî şermezarkirina wan teqînan, gotibû, “Teqîn li wan navçeyan bûn ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve dihatin parastin. Em bi tundî şermezar dikin û Îmarata Îslamî girîngiya taybet bi parastina hemwelatiyan dide.”

Li gor zanyariyên Pentagonê belav kirine, 5200 serbazên Amerîkî li Firokexaneya Kabulê ne.

Ev teqîn çend demjimêr piştî hişyariya hikûmetên welatên rojavayî tê derbarê rûdana êrişekê li Firokexaneya Kabulê.

Piştî ku Tevgera Talîbanê jibilî bajarên din dest bi ser  Kabula paytext de jî girt, bi hezaran hemwelatiyên Efxanî li Firokexaneya Hemîd Karzaî ya li Kabulê kom bûne û dixwazin ji Efxanistanê derkevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin