Teleskopa James Webb komstêrka destpêka avabûna gerdûnê dît

Teleskopa James Webb komstêrka destpêka avabûna gerdûnê dît

.

A+A-

Teleskopa James Webb di tarîtiya gerdûnê de ronahiyek din dît, ku tê texmîn kirin dîroka wê vedigere destpêka avabûna gerdûnê, anku 13 milyar û 700 salan beriya niha.

NASA careke din me bi teleskopa xwe ya mezin matmayî dihêle û di tarîtiya gerdûnê de ronahiyeke din dibîne ku tê bawerkirin dîroka wê vedigere destpêka avabûna gerdûnê. Heger em bi zimanê hejmaran biaxivin. Ew 13,7 milyar sal beriya niha, 100 mîlyon sal piştî rûdana Bing Bangê ava bûye.

Dîtina teleskopê bedewiya komstêrskê bi awayê toreyên geş nîşan dide ku 3 milyon salên roniyê ji hev dûr in. NASAyê dibêje, Piştî lêkolîna 20 salan me dît ku gerdûn li ser çend stûnên bi awayê îskelet hatiye avakirin.

Zanyarê Projeya Operasyonên Webê Jane Rigby anî ziman, “Armanca me ew bû ku em teleskopeke 100 qatî ji ya ku me ya berê baştir bi hêztir ava bikin. Me dizanibû ku em li ser riya rast in ku pêwîstiyên zanistî yên ku ji me re girîng in derxînin holê.”

Di gaveke din a bi heybet de, NASAyê qula reş a herî dûr a gerdûnê keşf kir. Bê guman a herî dûr ji kapasîteya teleskopan. NASA jî bi dehan galaksiyan li dora ronahiyek bi şiklê stêrkek mezin nîşanî me dide. NASA dibêje ev teqîna herî dawî ya çalakiyê ye berî ku stêrkek mezin bê vemirandin.

Xebatkarê NASAyê Amber Strawn got, “Tiştê ku em di vê dîmena xweşik a li nîvê stêrkekê de dibînin ev e ku ronahiya vê stêrkê 15,000 sal in li fezayê digere; 15,000 salên ronahiyê ji dûr ve bû heya ku li lensiya teleskopê ket.”

Teleskopa James Webb mezintirîn û bihêztirîn çavê teknolojîk e û ya herî biha ye, lêçûna wê zêdetirî 10 milyar dolar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin