
TAYBET - Taxên Kurdan ên Helebê di çi rewşê de ne?
.
Rojnameger û çalakvan Mihemed Ebdo ji taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê ragihand ku rewşa taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hîn jî aloz e û dorpêç berdewam dike.
Mihemed Ebdo beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û derbarê rewşa dawî ya taxên Kurdan ên Helebê agahî dan.
"Hemû rê hatine girtin"
Mihemed Ebdo da zanîn ku di ser ragihandina agirbestê re 3 roj derbas bûne lê dorpêça li ser her du taxên Kurdan ranebûye û got:
"Roja destpêkê bêyî ku agahiyê bidin kesî hemû rêyên hatin û çûnê yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatin girtin.
Xwarin û vexwarin, derman, şîrê zarokan, sotemenî û hemû pêdiviyên jiyanê qut bûne."
Mihemed amaje pê kir ku xelkê sivîl ji ber girtina rêyan zerereke mezin dibîne û anî zimên:
"Xwendekarên zanîngehê nikarin vegerin malên xwe, xebatkar nikarin herin ser karên xwe. Gelek kes nikarin vegerin malên xwe yên li Helebê."
“Mihemed Ebdo: Du kes şehîd ketin”
Rojnameger Mihemed Ebdo ragihand ku sivîlan piştî girtina rêyan ji bo şikandina dorpêçê xwenîşandan li dar xistine lê rastî tundiya hêzên hikûmetê hatine û biland:
"Hêzên hikûmetê panzêr anîn, wan bi guleyên rast û gaza rondikrêj êrişî xwenîşanderan kir."
Li gorî agahiyên ku Mihemed Ebdo dane, di encama pevçûnan de “2 kes şehîd ketine ku yek ji wan sivîl û yê din jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye.”
"Heta niha 2 xort hatine girtin"
Mihemed Ebdo da zanîn ku hêzên hikûmetê bi awayekî nijadperestî tevdigerin û li pey çû:
"Li gorî agahiyên ku gihiştine ber destê me, 2 xort ji ber ku Kurd in hatine girtin. Dema ji taxê derketine, di telefonên wan de li remzên Kurdî geriyane û ew girtine."
“Dixwazin komkujiyê bikin”
Wî di dawiya axaftina xwe de hikûmeta Şamê tohmetbar kir ku dixwaze bi van kiryaran "komkujiyekê" li ser Kurdan pêk bîne û nahêle gel vegere ser jiyana xwe ya asayî û diyar kir:
“Dixwazin komkujiyên li ser Durzî û Elewiyan li ser Kurdan ducare bikin.”
Çi rû da?
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bin dorpêça çekdaran de ne.
Gelê her du taxan êvara duşemê (06.10.2025) ji bo şikandina dorpêça li ser taxên xwe derketibû kolanan.
Pişt re çekdarên di kontrola Şamê de êrişî taxên Kurdan kir û demjimêr 22:20ê şevê şer dest pê kir.
Sibeha sêşemê jî agirbest hat ragihandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin