TAYBET - Komîsyona Ewropayê: Yek ji mercên endamtiya Tirkiyeyê berdana Demîrtaş e

TAYBET - Komîsyona Ewropayê: Yek ji mercên endamtiya Tirkiyeyê berdana Demîrtaş e

.

A+A-

Berpirsekî Komîsyona Ewropayê ji Rûdawê re ragihand, pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên wekî berdana Selahattîn Demîrtaş yek ji daxwazên wan ên sereke ye ji bo qebûlkirina endamtiya Tirkiyeyê.

Wî her wiha got ku rêkarên endamtiya Tirkiyeyê ji sala 2018an ve ji ber hinek pirsgirêkên "bingehîn" hatine rawestandin.

"Komîsyonê gelek caran ducare kiriye...”

Berpirsekî Komîsyona Ewropayê di bersiva e-maila Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de li ser bandora pêkanîna biryarên DMMEyê ya li ser endamtiya Tirkiyeyê got:

"Komîsyonê gelek caran ducare kiriye ku divê Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wekî pêşîneyekê bi cih bîne.

Ev yek wan biryarên ku di berjewendiya berdana demildest a birêz Demîrtaş, Osman Kavala û yên din de derketine jî li xwe digire."

Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Karsaz û çalakvanê Tirk Osman Kavala jî bi tohmeta "handana ji bo aloziyan û sponsorkirina xwepêşandanên Parka Geziyê" hatibû desteserkirin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) gelek caran daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye ku her duyan jî berde.

Demîrtaş bi 47 dosyeyan û bi tohmetên wekî "têkdana yekîtiya dewletê", "handana ji bo sûc", "rêxistinkirina xwepêşandanên neyasayî" û "propagandaya ji bo terorê" tê tohmetbarkirin.

Li gorî wî berpirsê Komîsyona Ewropayê, ji bo ku Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê gelek daxwazên wan hene ku hinek ji wan ev in:

  • Avakirina jîngeheke siyasî û yasayî ku rê bide desthilata dadweriyê ku erkên xwe bi awayekî serbixwe û bêalî pêk bîne û cudabûna desthilatan xurt bike.
  • Misogerkirina ku hemû rêkarên dadweriyê rêzê li mafên bingehîn bigirin, bi taybetî ji bo mexdûr û gumanbaran.
  • Yasaya dijî terorê bi awayekî ku li gorî standardên Ewropayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên DMMEyê be, were pêkanîn.
  • Parastina bibandor a mafên jinan, wekheviya zayendî, rûbirûbûna hemû cureyên nijadperestî û cudakariyê û misogerkirina parastina hindikahiyan, azadiya raderbirînê û azadiya kombûnê.

Berpirsê Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku dan û standinên endamtiyê ji sala 2018an ve ji ber bipaşketina demokrasiyê, serwernebûna yaseyê, nebûna serbixwebûna dadweriyê û nerêzgirtina ji mafên bingehîn ve hatine rawestandin û got:

 "Ew sedemên ku bûn egera rawestandina dan û standinan, hîn jî wekî xwe ne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin