Taşkesen: Min dubare got, ‘ev der Kurdistan e’

Taşkesen: Min dubare got, ‘ev der Kurdistan e’

.

A+A-

Cemîl Taşkesen ku li Sêrtê ji Akşenerê re gotibû, `Ev der Kurdistan e` ji Rûdawê re ragihand, “Ji min pirs kirin ka ev der ku der e û min jî dubare got ku `ev der Kurdistan e.`”

Cemîl Taşkesen bi helwesta xwe ya li hember Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Kurdistan kir rojeva Tirkiyê. Akşener duh li Sêrtê bû û Taşkesen jî ji wê re got, “Ev cihê ku tu niha lê yî Kurdistan e.”

Piştî van gotinan Cemîl Taşkesen bi tometa `propagandaya terorê` hatibû desteserkirin û îro di saetên êvarî de hatibû berdan.

Ew hemwelatiyê Kurd Rûdawê re behsa diyaloga xwe ya li gel Akşener û dema girtina xwe kir.

Cemîl Taşkesen li ser wê dema girtîbû got, “Zêde zextek li min nekirin, lê bêhiqûqî kirin, saet 3ê şevê hatin, ez, malbat aciz kirin. Dikarî bi roj bên min bibin bo îfadeyê, ew nekirin. Ji gotinên min aciz bûn û xwestin min jî aciz bikin.”

Taşkesen dibêje, li emniyetê “ji min pirs kirin, `ev der ku der e?`, min jî got, `ev der Kurdistan e, yên li vê derê dijîn Kurd in, çanda me, dîroka me, hebûna me û her tiştê me Kurd û Kurdistan e. Xwe aciz kirin, ji ber ku ne bi dilê wan e, aciziya wan gelek girîng nîne.”

Cemîl Taşkesen behsa dema wê diyaloga li gel Akşener jî got, “Ew rasthtinek bû” û li ser helwesta Seroka ÎYÎ Partiyê jî got, “Gelek lawaz bû, bê çare mabû, tiştekm nebû bersiva min bide, ji ber ku tiştekî li ser înkarê be tu dê çi bikî! Malzeme di dest wê de tune bû. Bijî Kurdistan, bijî Kurdistan!”

(Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin