
Talîban: Eger Amerîka êrişî Îranê bike, em li kêleka Îranê ne
.
Berdevkê Talîbanê Zebîhulah Mucahid ragihand, heke Amerîka êrişî Îranê bike ew amade ne alîkariyê bidin Tehranê.
Mucahid îdia kir ku Îran dê di şerekî wiha de bi ser bikeve.
"Em amade ne bi Îranê re hevkariyê bikin"
Berdevkê Talîbanê Zebîhulah Mucahid ji radyoya Îranê re axivî.
Mucahid got, eger êrişek çêbibe û Îran daxwaz bike, birêveberiya Kabulê dê hevkariyê bi Komara Îslamî ya Îranê re bike.
"Îran dê li hemberî Amerîkayê bi ser bikeve"
Mucahid di daxuyaniya xwe de angaşt kir ku Îran di şerê 12 rojî yê meha hezîranê yê bi Îsraîlê re bi ser ketiye.
Berdevkê Talîbanê her wiha anî ziman ku Îran dê di êrişeke gengaz a Amerîkayê de jî bi ser bikeve.
Wî diyar kir ku ew rûdanên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin.
Piştî ku Amerîka sala 2021an ji Efxanistanê vekişiya, birêveberiya Talîbanê di siyaseta derve de ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe yên bi welatên herêmê re gavan diavêje.
Tê zanîn ku di demên dawî de têkiliyên dîplomatîk û aborî yên di navbera Îran û Efxanistanê de zêde bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin