Swîsre: Du DAIŞiyên Swîsrî li zindana Hesekê winda bûne

Swîsre: Du DAIŞiyên Swîsrî li zindana Hesekê winda bûne

.

A+A-

Wezareta Derve ya Swîsreyê ragihand ku 2 çekdarên DAIŞê bi esil Swîsrî piştî êrîş û şerê zindana Sinaa ya li taxa Xiwêranê ya li Hesekê ne diyar in.

Yek ji wan herdû DAIŞiyan xelkê Cinêvê ye û yê din xelkê bajarê Lozanê ye, herdû jî di zindana Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de bûn, lê piştî êrîşa DAIŞê ya ne serkeftî di meha derbasbûyî de li ser wê zindanê, herdû çekdar nediyar in.

Medyaya Swîsreyê roja Çarşembê ragihand ku endamekî din ê DAIŞê ê Swîsriyî ku ew jî di heman zindana bajarê Hesekê de bûye, piştî aloziyên meha bihorî ya li wê zindanê hatiye girtin û niha di zindaneke di bin kontrola HSDê de ye.

Wezareta Derve ya Swîsreyê ji medyaya welatê xwe re eşkere kiriye ku wan hin zanyarî li ser cihê mana wan herdû çekdarên windayî bidestxistine, lê zanyariyên istxabaratî yên di vê derbarê de li dijî hev in, lewra jî ti zanyariyeke piştrastkirî di derbarê cihê mana wan de nîne.

Rêvebirê Konsulxaneyên Swîsreyê ragihandiye, hikûmeta wî welatî hemû redbîrên pêwîst wergirtine daku çekdarên reviyayî yên Swîsreyî nekarin bi nihênî xwe bigihînin nav welat.

Medyayên Swîsreyê belav kirine, ku navê herdu çekdarên DAIŞê yên Swîsreyî ku ji zindana bajarê Hesekê winda bûne, li hemû xalên kontrolê yên navçeya Şengen hatine belavkirin daku bên desteserkirin.

Di Adara sala 2019an de li ser bingeha parastina ewlehiya niştimanî, hikûmeta Swîsreyê biryar da ku bi hêsanî çekdarên DAIŞê yên berê ji Iraq û Sûriyê nevegerîne bo wî welatî.

Hikûmeta Swîsreyê wê demê ragihand, armanc ji wê siyasetê ev e ku hikûmetên Iraq û Sûriyê bi xwe wan çekdaran dadgehî bikin û wan ceza bikin.

Di çend rewşên diyarkirî de, Swîsre zarokên çekdarên DIAŞê vedigerîne, wek ew du xûşkên ku sala bihorî bo wî welatî hatin vegerandin ku dayika wan di sala 2016 de ew biribûn Sûriyê. Herdu xûşk ji du bavên cuda bûn.

Di heman demê de, ewên xwediyê welatînameya Swîsreyê ne û tevli refên DAIŞê bûne, welatîname ji wan tê standin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin