
SWÊD - Kurdish Energy Drink bi Alaya Kurdistanê belav bû
.
Serif Özberk
Karsazê Kurd ê bi navê Emîn Osmanê ku li Swêdê dijî, dest bi çêkirina vexwarineke enerjiyê ya bi navê "Kurdish Energy Drink" kir.
Kurdish Energy Drink bi Alaya Kurdistanê hatiye xemilandin û niha li 10 welatên Ewropayê tê firotin.
Xwediyê şirketa Kurdish Energy Drinkê Emîn Osman ji Rûdawê re qala çîroka projeya xwe kir.
Fikr çawa çêbû?
Emîn Osman diyar kir ku fikra projeyê berî 2 sal û nîvan çêbûye û wî û du hevalên xwe yên ji Rojavayê Kurdistanê (Qamişlo û Hisîça) dest pê kiriye.
Xwediyê şirketa Kurdish Energy Drinkê Emîn Osman ji Rûdawê re got:
"Du şirketên me hene, yek ji bo navxweya Skandînavyayê û yek jî ji bo derve ye.
Ya derve bi navê Kurdistan Energy Drinkê ye û Kurdish Energy Drink a navxweyê Skandînavyayê ye."
Emîn Osman da zanîn ku destpêkê wan xwestiye navê "Kurdistan" bi kar bînin lê ji ber ku li Fransayê ew nav hatibûye wergirtin wan nikariye.
Osman diyar kir ku piştre wan xwestiye navê "Kurd" bi kar bînin lê ew jî li Tirkiyeyê hatibûye wergirtin.
Emîn Osman her wiha anî ziman:
"Me navê 'Kurdish' hilbijart û me Alaya Kurdistanê danî ser lê ji ber vê yekê, bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve gelek zehmetî ji me re hatin derxistin.
Me bi rêya parêzerekî xwe yê Qibrisî karî em wî navî wergirin."
"Em dixwazin li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî belav bibe"
Kurdish Energy Drink li Yunanistan û Polonyayê di 2 kargehan de tê çêkirin û niha li nêzîkî 10 welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Danîmarka, Norwec, Fînlenda, Swîsre, Belçîka û Holendayê tê firotin.
Emîn Osman da zanîn ku armanca wan ew e ku Kurdish Energy Drinkê li tevahiya Ewropayê belav bikin û got:
"Pêwendiyên me bi Başûrê Kurdistanê, Rojava û Amerîkayê jî hene.
Em dixwazin li wir jî dest pê bikin.
Em dixwazin li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî belav bibe."
"Kurdish Cola dê jî hebe"
Osman eşkere kir ku ew plan dikin ku di paşerojê de berhemên din ên wekî "Kurdish Cola" û vexwarinên bêşeker jî hilberînin.
Osman li ser bertekan jî anî ziman ku ji bilî çend şiroveyên neyînî yên li ser torên civakî, wan piştgiriyeke gelekî mezin ji Kurdên li seranserî cîhanê standiye û anî ziman:
"Ji zêdetirî 10 welatan telefon ji me re hatin û wan piştgirî da me.
Ev yek ji bo me hêzeke mezin e."
"Ev qutî nayên avêtin"
Xwediyê şirketa Kurdish Energy Drinkê da zanîn ku ji ber dîzayna Alaya Kurdistanê ya li ser vexwarinê ew li rastî rexneyan hatiye û got:
"Ev qutî ji ber ku pereyan dikin nayên avêtin.
Qutî tên recyclingkirin û zererê nadin xwezayê jî.
Em dixwazin alaya xwe û dengê xwe bigihînin cîhanê."
Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin