Swêd Dibêje Ewê Şertên Tirkîyê bi Cîh Bîne

Swêd Dibêje Ewê Şertên Tirkîyê bi Cîh Bîne

.

A+A-

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson îro Sêşemê dîyar kir ku ewê şert û mercên belgeya lihevkirina têgiheştinê (momerandum) ya bi Tirkîye re bi cîh bîne, peymana ku di Hilcivîna NATO ya li Madrîdê hatibû îmza kirin.

Andersson di preskonferanseke ya îro de ji rojnamevanan re got ku wê bo çareserîya nerazîbûnên Tirkîyê yên dijî endamtîya Swêd ya NATO’yê, wan şert û mercan bi cîh bînin.

Wê herwiha ser biryara radestkirina kesêkî bo Tirkîyê ya hefteya borî,yê ku jiber sextekarîyê dihat xwestin jî axifî.

Andersson dîyar kir ku biryara radestkirina wî zilamî li gor gorî qanûnên Swêdê û navneteweyî hatiye dayîn.

Wê bi berdewamrî destnîşan kir ku emê bi vî awayî xebatên xwe bidomînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin