Swêd: Daliqandina peykerê Erdogan ne tawan e

Swêd: Daliqandina peykerê Erdogan ne tawan e

.

A+A-

Dozgerê Stockholmê ragihand ku çalakiya daliqandina peykerê Serokkomarê Tirkiyê li gor yasayên Swêdê ne tawan e û ew derbarê wê çalakiyê de ti lêkolînekê nadin destpêkirin.

11ê Çileya 2023an li Stockholma paytexta Swêdê grûbekê peykerê Serokkomarê Tirkiyê li ber avahiya kevin a şaredariya bajar daliqandibûn û bi vê çalakiyê protestoyek li dijî Tirkiyê dabûn destpêkirin.

Ev çalakî ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê û berpirsên hikumeta wî welatî bibû sedema karvedanan û daxwaz ji Swêdê kiribûn ku derbarê mijarê de lêkolînekê bidin destpêkirin.

Lê li gor nûçeya rojnameyeke wî welatî ya bi navê Aftonbladet dozgerê Bajarê Swêdê Lucas Eriksson ragihandiye ew çalakiya ku di navbera Tirkiye û Swêdê de bûye sedema krîzê li gor yasayên Swêdê ne tawan e û ew nikarin ji ber vê çalakiyê ti cezayekî bidin ti kesekî û lêkolînê bidin destpêkirin.

Li gor heman nûçeyê giliya li ser çalakiyê di çarçoveya sivkatîkirin û biçûkdîtinê de hatiye kirin, lê dozgerê Stockholmê Eriksson ne di wê bawerê de ye ku ev çalakî di çarçoveya van tawanan de bê nirxandin.

Piştî çalakiyê daliqandina peykerê Serokkomarê Tirkiyê, Balyozê Swêdê yê Enqere bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatibû bang kirin û daxwaz jê hatibû kirin ku derbarê mijarê de lêkolîn bê destpêkirin.

Wezareta navborî ragihandibû ku ew çalakî ji aliyê alîgirên “PKK û YPGê” yên li Swêdê ve hatiye kirin û ev mijar di navbera herdû welatan de bibû sedema krîzeke dîplomatîk.

Berpisên Swêdê piştî van nerazîbûnîn Tirkiyê ev çalakî şermezar kiribûn û gotibûn ku ev çalakî hewildaneke rêgirtina li hember endamtiya wan a NATOyê ye. Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî ragihandibû ku berpirsên Swêdê tenê bi şermezarkirinê nikarin xwe ji vê bûyerê rizgar bikin û berpirsiyariya wan jî di vê bûyerê de heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin