
Sûriyê têkildarî gefa Tirkiyê bo êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
.
Wezareta Derve ya Sûriyê tevgerên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorê hevbeş ê bi Sûriyê re wek karekî dijminane bi nav kir û red kir.
Li gor ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA, çavkaniyekî berpirs ji Wezareta Derve ya Sûriyê ragihandiye, Sûriye kiryarên leşkerî û dijminkarî yên hêzên Tirkiyeya dagirker di çend rojên bihorî de li dijî navçe û gundên Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêk aniye, red dike.
Heman çavkaniyê diyar kiriye, ji ber tevgerên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser sînor û di nav axa Sûriyê de xelkê sivîl dibin qurbanî û derbeder dibin.
Çavkaniyê ji Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha gotiye, karê Tirkiyê bo avakirina navçeyeke aram di nava sînorên Sûriyê de, “paqijkirina etnîkî û erdnîgarî ye.”
Li gor SANAyê, çavkaniyê Wezareta Derve ya Sûriyê dibêje, “Tişta ku rejîma Tirkiyê ji bo avakirina herêmeke bi navê ‘herêma ewle’ li ser axa Sûriyê dike, kiryareke şermê ya dijminkarî ye û beşek ji siyaseta paqijkirina etnîkî û erdnîgarî ye ku ji aliyê hikûmeta Recep Tayyip Erdogan ve li herêmên Sûriyê yên dagîrkirî tê meşandin, ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.”
Tirkiye gefan dike ku dê di demeke nêzîk de operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Yekşembê 29ê Gulana 2022an gefa xwe ya li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare kir û ragihand, “Li bakurê Sûriyê biçûktirîn gef dijî Tirkiye bê dîtin em dê bi dijwarî bersiv bidin.”
Erdogan roja 23ê Gulana 2022 di daxuyaniyekê de bo medyayê gef xwaribû ku ew dê operasyoneke nû li dijî Roajavyê Kurdistanê bidin destpêkirin û tekez kiribû, ew dê derbarê opersyonê de di civîna dahatî ya Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) de biryara xwe bidin.
Roja Pêncşembê 27ê Gulanê jî MGK bi serpireştiya Erdogan civiya û tekezî li ser pêwîstiya operasyonên artêşa Tirkiyê li sînorên başûrê wî welatî kir, lê di daxuyaniya wê de bi zelalî amaje bi ti operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê nehat kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin