Sûriye: Mohleta ku me daye komên çekdar bakurrojhilatê Sûriyeyê li xwe nagire

Sûriye: Mohleta ku me daye komên çekdar bakurrojhilatê Sûriyeyê li xwe nagire

.

A+A-

 Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra got, “Mohleta ku me daye komên çekdar bakurrojhilatê Sûriyeyê li xwe nagire.”

Komên çekdar ên bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şam kontrol kir û wan dawî li desthilata nîv sedsalî ya malbata Esedan anî.

Hikûmeta Şamê ji wê demê ve hewl dide komên çekdar bi bin sîwana Wezareta Parastinê de bigihîne hev.

Murhef Ebû Qesra 17ê Gulanê gotibû "hemû" komên çekdar ên girêdayî desthilatdarên nû yên Şamê ketine bin sîwana Wezareta Parastinê.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê di heman daxuyaniyê de gotibû ku hinek kom hîn mane û 10 roj mohlet dabû wan koman da ku tevlî wezaretê bibin.

Wî got ku “Jinûve avakirina saziya leşkerî gihiştiye qonaxên bipêşketî” û da zanîn ku ev mohleta ku wan daye komên çekdar Rojavayê Kurdistanê li xwe nagire.

“Bakurrojhilatê Sûriyeyê li xwe nagire”

Axaftina Murhef Ebû Qesra ya li ser mijarê wiha ye:

“Me şiya hemû yekîneyên leşkerî veguhêzin nav Wezareta Parastinê.

Me mohlet da çend komên biçûk, ev mohlet bakurrojhilatê Sûriyeyê li xwe nagire çimkî rêkeftineke cuda li ser dosyeya bakurrojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.

Wezareta Parastinê dê pêkanîna wê rêkeftinê bidomîne.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin