Sûriye: Li ser entegrasyona HSD û artêşê hat lihevkirin

Sûriye: Li ser entegrasyona HSD û artêşê hat lihevkirin

.

A+A-

 Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku Serok Donald Trump û Ehmed Şer li ser pêkanîna rêkeftina 10ê Adarê û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nav artêşa Sûriyeyê de li hev kiriye.

Wezaretê her wiha amaje bi wê yekê kir ku Washington piştgiriyê dide pêkanîna "rêkeftineke ewlehiyê" ya di navbera Şam û Tel Evîvê de.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ehmed Şer di atmosfereke "dostane û avaker" de "zêdetirî saetekê" bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Donald Trump re civiyaye.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Trump pesnê "hewldanên Sûriyeyê yên di birêvebirina serkeftî ya qonaxa heyî de û destkeftiyên ku di warê rizgarkirin û vegerandina ewlehiyê ya li seranserê welêt de hatine bidestxistin" daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi fermana Trump, civîneke "kar" a sêalî di navbera Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, hevtayê wî yê Amerîkayî Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de ji bo "şopandina tiştên ku di navbera her du serokan de li ser hatine lihevkirin û danîna mekanîzmayên zelal ên bicihanînê" hatiye lidarxistin.

HSD û entegrasyon

Li gorî daxuyaniyê, Trump û Şer di dan û standinên xwe de li ser "bipêşveçûna di pêkanîna rêkeftina 10ê Adarê de, ku yekxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di nav refên Artêşa Sûriyeyê de di çarçoveya pêvajoya yekkirina saziyan û bihêzkirina ewlehiya neteweyî de li xwe digire" li hev kiriye.

Aliyê Amerîkayê jî "piştgiriya xwe ji bo gihîştina rêkeftineke aştiyê ya bi Îsraîlê re ku armanca wê bihêzkirina îstiqrara herêmî ye" aniye zimên.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, 10ê Adara 2025an rêkeftineke 8 xalî îmze kiribû.

Di vê peymanê de agirbesteke li seranserê Sûriyeyê û entegrasyona HSDyê ya di nav saziya parastinê ya dewleta Sûriyeyê de cih digirt.

Cezayên Sezarê hatin rawestandin

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku Trump bal kişandiye ser "pêbendbûna îdareya xwe bi rakirina cezayên ferzkirî û dabînkirina deynên hêsan ên ku derfetên pêşketinê zêde dikin û veberhênanan dikişînin" kiriye.

Amerîkayê doh ragihand ku cezayên ku li gorî Yasaya Sezarê li ser Sûriyeyê hatibûn ferzkirin 180 rojî hatine rawestandin.

Wezareta Xezîneyê ev yek piştrast kir û got ku hinek miameleyên ku Rûsya û Îran tê de ne, ji vê biryarê îstîsna ne.

Yasaya Sezarê ya ku ji bo parastina sivîlên li Sûriyeyê sala 2019an hatibû derxistin yasayeke Amerîkayê ye.

Ji ber tawanên şer ên rejîma berê yên li hemberî xelkê Sûriyeyê, cezayan li hikûmeta berê ya Sûriyeyê û serokê berê Beşar Esed ferz dike.

Trump pesnê Ehmed Şer da

Serokê Amerîkayê, piştî hevdîtinê di konferanseke rojnamegeriyê de hevtayê xwe yê Sûriyeyî wekî "serokekî gelekî bi hêz" bi nav kir û got:

"Em dê her tiştê ku ji destê me bê bikin da ku Sûriyeyê bikin dewleteke serkeftî, ji ber ku ew beşek ji Rojhilata Navîn e û niha cara yekem e aştiya me li Rojhilata Navîn heye."

Ji sala 1946an ve serdana fermî ya yekem

Ji sala 1946an û vir ve ku Sûriyeyê serxwebûna xwe ragihandiye, cara yekem e serokkomarekî Sûriyeyê li Washingtonê serdaneke fermî pêk tîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin