Sûriyê biryara rawestandina xwendinê li kolêj û peymangehên Hesekê da

Sûriyê biryara rawestandina xwendinê li kolêj û peymangehên Hesekê da

.

A+A-

Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê bi biryarekê xwendinê li kolêj û peymangehên Hesekê radiwestîne.

Di daxuyaniyeke fermî de, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyê ragihandiye ku xwedinê li kolêj û peymangehên parêzgeha Hesekê yên ser bi Zanîngeha Ferat, radigire.

Li gorî ragihandina Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê, sedema wê ragirtinê ew e ku hejmarek ji avahiyên kolêjan li Hesekê rastî têkdan û talankirinê hatine, ew jî piştî rewşa dawî ku bi sedema bûyera Zindana Sînaa çê bû, bi taybetî Kolêja Endazyariya Çandiniyê.

Li gorî zanyariyan, roja 20ê meha bihorî bi sedema şer û pevçûnên ku di navbera hêzên HSDê û çekdarên DAIŞê de li Zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê çê bûn, ziyan gihişte çend avahiyên kolêjên Zanîngeha Firat a li bajarê Hesekê.

Di biryara wezareta hikûmeta Sûriyê de nehatiye diyarkirin, kengî careke din ew kolêj û peymangeh dê deriyên xwe li ber xwendekaran vekin.

Bajarê Hesekê, piştî Qamişlo duyemîn bajarê mezin li Rojavayê Kurdistanê û navenda parêzgeha Hesekê ye û niha piraniya bajêr di kontrola Rêveberiya Xweser de ye, lê beşeke biçûk a bajêr ku jê re tê çarguşeya ewlehiyê tê gotin û piraniya saziyên hikûmeta Sûriyê lê ne, hêj di kontrola rêveberiya Şamê de ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin