Supaya Pasdaran li Loristanê gef xwar: 'Qonaxa nermbûnê qediya'

Supaya Pasdaran li Loristanê gef xwar: 'Qonaxa nermbûnê qediya'

.

A+A-

Supaya Pasdaran li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê gef li xwenîşanderan xwar û got, “Qonaxa nermbûna li hemberî ‘têkderan’ qediya û heta kesê dawî were naskirin û girtin em dê berdewam bikin.”

Şaxa Supaya Pasdaran a Loristanê îro  daxuyaniyek li ser xwenîşandanên dawî yên li Îran û Tirkiyeyê belav kir.

"Qonaxa nermbûnê qediya"

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat gotin:

“Ji ber têkdan û şewitandina berfireh a mal û milkên giştî, otomobîlên xelkê, bikaranîna çekan a eşkere û hewldana ji bo kuştinê, qonaxa nermbûna li hemberî têkderan qediya.”

Li gorî berpirsên hikûmetê, heta niha herî kêm 4 kes di xwenîşandanên Loristanê de hatine kuştin.

Supaya Pasdaran a parêzgehê xwenîşanderan wekî “kirêgirtiyên dijmin” pênase dike û di peyama xwe de got:

“Em dê di demeke herî nêzîk de, bi awayekî bibiryar û li gorî yasayan bersiva têkder, organîzator û serkirdeyên dijî ewlehiyê bidin.”

Supaya Pasdaran hişyarî da ku “Hemû kiryar û bicihkêrên serekî yên van planên dawî, heta yê dawî dê werin naskirin û girtin.”

Erkê polîsan e yan ê artêşê?

Ev gef û daxuyanî di demekê de ne ku li gorî yasayan, di dema aloziyên navxweyî yan her mijareke din de, tenê polîs bi fermana dadgehê dikare welatiyên tometbar bigire, ne Supaya Pasdaran yan artêşa fermî ya welêt.

Xwenîşandan û nerazîbûnên li Îranê, roja yekşema borî li Bazara Tehranê ji ber daketina nirxê tumen û bihabûnê dest pê kir û paşê li bajar û parêzgehên din belav bû.

Heta niha li 26 parêzgeh û 78 bajaran, bi taybetî li parêzgehên Îlam, Loristan û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan û kombûnên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Berpirsên Îranê nerazîbûna xelkê ya li hemberî rewşa aborî û bihabûnê qebûl dikin lê dibêjin, “Hinek kesan dizî kiriye nav xwenîşanderan ku ji derve tên handan û hewl didin xwenîşandanan ji rê derxin.”

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, heta êvara doh yekşemê, 20 xwenîşander hatine kuştin ku herî kêm 10 ji wan xelkê parêzgehên Loristan, Îlam û Kirmaşanê ne lê medyaya fermî ya hikûmetê û berpirsan heta niha behsa kuştina 10 kesan kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin