Supaya Pasdaran gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar

Supaya Pasdaran gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar

.

A+A-

Baregeha Hemze Seyîduşşuhada ya girêdayî Supaya Pasdaran a Îranê, hişyariyeke tund dide wan aliyên ku wekî "cudaxwaz" bi nav dike.

Supaya Pasdaran radigihîne ku di egera her tevgerekê de "tunekirina wan a bi temamî" di nexşerêyê de ye.

Baregeha Hemze Seyîduşşuhada girêdayî Supaya Pasdaran e û navenda wê li Urmiyeyê ye.

Ev baregeh bêhtir li Rojhilatê Kurdistanê dixebite.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, her çiqas destê "Eniya Zordar û Yezîdên serdemê" di xwîna Rêberê Bilind ê Îranê de sor bûbe jî lê "Çiraya rêya Heyderê Kerrar venamire" û hêrsa şopînerên wê rêyê dê li stûyê stemkaran bigere.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Bi alîkariya Xwedê û bi hewla gelê Îranê û hêzên çekdar, ev tawana mezin bêbersiv namîne û rêya wî rêberê şehîd heta nefesa dawî dê bidome."

Gefên li Amerîka û Îsraîlê

Baregeha Hemze Seyîduşşuhada di beşeke din a daxuyaniya xwe de êrişî Amerîka û Îsraîlê dike û dibêje:

"Cengawerên Îslamê mizgîniya tunekirina temamî ya rejîma Siyonîst û têkçûna bi serşorî ya Amerîkaya tawanbar didin.

Ev şer heta serkeftina dawî ya rastiyê ya li ser neheqiyê dê bidome."

Hişyariya ji bo partiyên Rojhilat

Baregeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran hişyariyeke tund dide "biyanî û cudaxwazan" û radigihîne:

"Di egera tevgera herî biçûk a nokerên zordaran de, Supaya Pasdaran biryara tunekirina wan a bi temamî xistiye rojeva xwe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin