Suheyla Qintar: Hikûmeta Sûriyeyê xelkê sivîl dikuje û agirbesta Siweydayê binpê kiriye

Suheyla Qintar: Hikûmeta Sûriyeyê xelkê sivîl dikuje û agirbesta Siweydayê binpê kiriye

.

A+A-

Çalakvan û xelka parêzgeha Siweydayê Suheyla Qintar ji K24ê re ragihand, hikûmeta Sûriyeyê li herêma wan komkujiyan li dijî xelkê sivîl pêk tîne û agirbesta ku hatibû ragihandin, binpê kiriye.

Suheyla Qintar behsa rewşa dawî ya şerê li Siweydayê kir û hikûmeta Sûriyeyê wek hikûmeteke “emrê waqie” û “xwînmêj” binav kir ku xelkê Siweydayê ew hilnebijartiye.

Qintar da zanîn, agirbesta ku li Sewydayê hatibû ragihandin, hêzên eşîran û asayîşa giştî ya hikûmetê ew agirbest binpê kirin.

Li gorî gotina Qintar, di encama êrîşan de zêdetirî 20 gund hatine valakirin û hejmara qurbaniyên sivîl ji 1500 kesan derbas bûye. Herwiha got: “Zulmeke mezin ji xelkê Siweydayê tê kirin.”

Herwiha eşkere kir, hêzên hikûmetê ji bo xwe veşêrin, cilûbergên eşîrên Bedo li xwe kirine da ku êrîşî Siwêdayê bikin û got, bi hezaran çekdar ji hemû parêzgehan Sûriyeyê êrîşî Seweydayê dikin û bajar dorpêç kirine.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Qintar daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê bikin, ta ku dest ji van binpêkirina berdin û jinên ku hatine revandin azad bikin û nabe destdirêjî li wan bên kirin.

 (K24) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin