Stranbêj Cîhan Aymaz kî ye û çima hat kuştin?

Stranbêj Cîhan Aymaz kî ye û çima hat kuştin?

.

A+A-

 Cîhan Aymaz ê 30 salî ku li li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê li ber peravê stran digotin, bi hinceta strana jê hatiye xwestin negotiye, bi kêran hatiye derbkirin û paşê ket nav deryayê û jiyana xwe ji dest da. Cîhan Aymaz ku ji navçeya Dugorê ya Qersa Bakurê Kurdistanê ye, ev du sal bûn li ser cadeyên Stenbolê stran digot.

Cîhan Aymaz duh saet derdora 19.00an li ser perava Kadikoyê stran digotin. Di vê navberê de Mehmet Caymaz ji Aymaz xwest ku stranekê bibêje. Dema Aymaz bersiva neyînî da, di navbera herduyan de nîqaş derdikeve.

Mehmet Caymaz bi kêra di destê xwe de Cîhan Aymaz ji sînga wî birîndar dike û Aymaz ji ber derbên kêrê dikeve nav deryayê. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, ewlekariya peravê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Aymaz ji deryayê hat derxistin û ji bo çareseriyê bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Haydarpaşa hat veguhestin.

Cîhan Aymaz tevî hemû mudexaleyên pizîşkî ji ber dijwariya birîna xwe ji mirinê rizgar nebû. Êrîşkar Mehmet Caymaz jî hat desteserkirin.

Stranbêjê Kurd Siwar Temirak ê bi nasnavê Siwaro jî ji Rûdawê re diyar kir ku Cîhan Aymaz bixwe xelkê navçeya Dugorê ya Qersê ye û ev du sal bûn li Stenbolê karê hûnerî dikir.

Siwaro got: “Ez li derdora peravê Kadikoyê karê muzîkjenê kolanan dikim. Min berî du salan dema karê muzîkjeniya kolanan dikir Cîhan Aymaz nas kir. Ji navçeya Dugorê bû. Bi piranî stranên Kurdî digotin. Ew car caran dihat cem min û ji min dixwest ku ez akorda saza wî dirust bikim. Ew kesekî di halê xwe de bû.”

Derbarê bûyerê de jî Siwaro got: “Di dema bûyerê de ez ne li wir bûm. Bi qasî ku ez ji hevalan dizanim, kesekî ku ew nas nakin daxwaza stranekê dike. Dema ku Cîhan stran negot û diyar kir ku ew wê stranê nizane, ew kes  dibêje ‘min pere daye, divê tu bibêjî’  û dest bi bêzarkirina kesên li derdora xwe kir. Dema Cîhan bertek nîşanî vê yekê da, nîqaşa di navbera wan de veguherî şer. Ew kes bi kêra ku derxistiye Cîhan dixe. Ji ber lêdanê Cîhan dikeve nav deryayê. Ji ber ku bûyer li ber deryayê ye, ew diqewime. Ez nizanim êrîşkar kîjan stran daxwaz kiriye. Gelek gotegot belav dibin û lê yek jî nehatiye piştrast kirin. Lê li peravê ku Cîhan lê stran digot, gelek kesên serxweş hebûne.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin