Stoltenberg bang li welatên NATOyê kir

Stoltenberg bang li welatên NATOyê kir

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg tekez kir ku Ukrayna bi awayekî lezgîn pêwîstiya xwe bi alîkariyên leşkerî yên zêde bi taybet sîstema berevaniya hewayî heye û bang li welatên hevpeyman jî kir ku zêdetir piştgiriyê bidin.

Stoltenberg li baregeha NATO ya li Brukselê bi Mark Rutte Serokwezîrê hikûmeta demkî ya Hollandayê, Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen û Serokwezîrê Çekyayê Petr Fiala re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Sekreterê Giştî diyar kir ku serkirdeyên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne li ser çawaniya dayîna zêdetir sîstemên berevaniya esmanî ji Ukraynayê re gotûbêj kirine û got, "Ji ber ku rewşa li qada şer hîna gelekî zehmet e û em hemû banga zelal û lezgîn a Ukraynayê ya ji bo piştevaniya zêdetir dibihîzin."

Stoltenberg bal kişand ser girîngiya rola Danîmarka, Holanda û Komara Çekê di gihandina alîkariyên ji bo Ukraynayê de, hêvî kir ku Kongreya Amerîkayê di rojên pêş de di derbarê pakêta alîkariyê ya ji bo Ukraynayê de gavên erênî bavêje.

Stoltenberg diyar kir ku pêwîstiya Ukraynayê ji alîkariyên heta niha zêdetir bi alîkariyê heye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê hevpeyman di navbera bicihanîna armancên kapasîteya NATOyê û dayîna alîkariyên zêdetir ji bo Ukraynayê de hilbijêrin. Peyama min zelal e: Alîkariya zêdetir ji Ukraynayê re bişînin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin