
Stêrkên Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn yek
.
Stêrkên Kurd ên cîhana werzişê ji bo rewşa aloz a li Rojavayê Kurdistanê peyamên piştgiriyê belav kirin.
Boksorê Kurd Cîhad Akîpa got, "Nabe ku zarok ji ber nijada xwe di nav şer de mezin bibin."
Ji boksorê navdar ê Kurd Agît Kabayel bigire heta lîstikvanên futbolê, gelek kesayetên naskirî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxwaza aştiyê kir.
Agît Kabayel û lîstikvanên Zaxo û Dihokê
Boksorê cîhanî Agît Kabayel li ser hesabê xwe yê Instagramê, lîstikvanên Yaneya Zaxoyê Şêrko Kerîm, Osama Reşîd û Aso Rostem û stêrkê Yaneya Dihokê Harûn Ehmed piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anî zimên.
Lîstikvanê Brezîlyayî yê Yaneya Newrozê Claudio Oliveira Maradona jî di çîroka xwe ya Instagramê de nivîsî, "Bi kuştin û tundiyê em nagihin ti deran, Kurd aştiyê dixwazin."
Cîhad Akîpa: Ev rastî ye, ne siyaset
Boksorê Kurd Cîhad Akîpa peyameke berfireh belav kir û got, "Ez wekî Kurdekî diaxivim lê beriya her tiştî wekî mirovekî bi yek dengî diaxivim.
Li Rojavayî û herêmên din ên Kurdam, Kurd bi dehsalan e û bi taybetî jî niha rûbirûyî tundî, koçberî û tirsê dibin."
Akîpa di berdewamiya peyama xwe de wiha got:
"Malbat tên perçiqandin, nasname tên çewisandin û dîrok tê bêdengkirin. Ev ne siyaset e! Ev rastî ye!
Nabe ku ti mirov ji ber ziman, nijad yan çanda xwe were şopandin. Nabe ku ti zarok ji ber nijada xwe di nav şer de mezin bibe!"
“Dikarin min neşopînin”
Cîhad Akîpa di dawiya peyama xwe de helwesta xwe bi awayekî tund û zelal nîşan da:
"Ez li gel rûmetê me. Ez li gel parastina welatiyên sivîl im. Ez li gel mafê jiyana di nav aştiyê de me.
Her kesê ku vê mijarê kêm dibîne yan jî li dijî wê ye, dikare a niha min 'unfollow' bike (ji şopandinê derkeve)."
Ev peyamên piştgiriyê di demekê de tên ku ev çend roj in li Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn hene û li bajarên wekî Hisîça û Kobaniyê beşek ji welatiyan ji ber tirsa şer koçber bûne.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin