Gelo Rojavayê Kurdistanê ji Sûriyeyê otonomî xwest? Îlham Ehmedê bersiv da

Gelo Rojavayê Kurdistanê ji Sûriyeyê otonomî xwest? Îlham Ehmedê bersiv da

.

A+A-

Ala Şalî

 

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de ji Rûdawê re axivî û behsa naveroka hevdîtinên xwe kir.

Îlham Ehmedê da zanîn ku ew wekî du şandeyên cuda çûne Munîhê lê li ser daxwaza berpirsên Amerîkayî, ew û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê bi hev re beşdarî hinek civînan bûne.

Îlham Ehmedê got, "Me jî di nav xwe de nîqaş kir û me got em pêk ve bikin baştir e."

Îlham Ehmedê li ser pirsa "Gelo we daxwaza otonomiyê kiriye?" da zanîn ku hikûmeta Şamê nêzîkatiya xweseriyê qebûl nake û wiha got:

"Ew dibêjin xweserî çênabe. Hinek ferq di nêrînan de heye. Em dixwazin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo beşên din ên Sûriyeyê jî nenavendîbûnek hebe ku desthilata xwecihî bide avakirin."

Wê derbarê rewşa Kobaniyê jî eşkere kir ku di mijara entegrasyona hêzên leşkerî û ewlehiyê de hinek astengiyên pratîk hene û wan ev mijar bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re gotûbêj kiriye.

Îlham Ehmedê bal kişand ser yekrêziya Kurdan û rola Herêma Kurdistanê û spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Îlhame Ehmedê got, "Di vê qonaxa dîrokî de, piştgiriya Kurdan bi taybetî Başûrê Kurdistanê ku xwedî statu ye, roleke girîng lîst."

Îlham Ehmedê her wiha destnîşan kir ku divê bi ENKSyê re "Lêvegereke Kurdî" bê avakirin da ku di dan û standinên bi Şamê re helwesteke hevbeş hebe.

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Îlham Ehmedê re wiha:

Rûdaw: Ez gelekî kêfxweş im ku te li Munîhê dibînim. Gelo hûn wekî şandeyeke hevbeş li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê hatibûn Munîhê yan hûn wekî du şandeyên cuda hatine?

Îlham Ehmed: Em bi du şandeyên cuda hatin. Li vê derê hin nîqaşên me çêbûn, me got em hinek hevdîtinan bi hev re bikin. Erênî derbas bûn, bi rastî baş bû ku em hinek civînan bi hev re çûn û me meşandin.

Rûdaw: Civîna we ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê çawa hatibû organîzekirin? Bi awayekî hevbeş bû?

Îlham Ehmed: Ev hinek nêrînên berpirsên Amerîkî jî bûn ku em bi hev re di wê civînê de beşdar bibin û me jî di nav xwe de nîqaş kir û me got, em pêk ve bikin baştir e. Ji bo vêya jî baş bû.

Rûdaw: Wate her du alî hatibûn vexwendin?

Îlham Ehmed: Belê, belê her du alî. Yanî me jî xwest û Amerîkiyan jî xwest ku bi hev re be, me jî civîn wisa çêkir.

Rûdaw: Ajansa Reutersê belav kiriye ku Amerîkayê ji Şamê xwestiye ku divê otonomiyê (xweseriyê) bide Rojavayê Kurdistanê. Gelo we daxwaza otonomiyê kiriye?

Îlham Ehmed: Yanî bi rastî eger xweseriyek ango otonomî çêbibe baş e lê belê di nêzîkatiyên Şamê de heta niha bi qasî ku behsa nenavendîbûnê tê kirin, ew dibêjin çênabe. Hinek ciyawazî di nêrînan de heye. Em dixwazin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo beşên din ên Sûriyeyê jî hebe baş e, nenavendîbûnek ku desthilata xwecihî bide avakirin.

Rûdaw: Gelo ew di gotûbêjan de heye? Di dan û standin û civînan de?

Îlham Ehmed: Ew dê di destûrê de be êdî, gava destûr were amadekirin, hingê dê nîqaş li ser çêbibe.

Rûdaw: Birêz Îlham, çima heta niha pirsgirêkên Kobaniyê nehatine çareserkirin?

Îlham Ehmed: Li Kobaniyê, hinek astengiyên pratîkê di meseleya entegrasyonê de hene, entegrasyona hêzên leşkerî, entegrasyona hêzên ewlehiyê. Gotûbêj hene û di hûrgiliyan de hinek pirsgirêk hene. Me li vir li ser axivî û me ligel Wezîr Şeybanî nîqaş kir û bawer dikim, ew yek di paşerojê de divê çareser bibe.

Rûdaw: Rewşa koçberan li Rojavayê Kurdistanê gelekî xerab e. Hûn dê çi bikin, ji bo ku rewşa wan baştir bibe?

Îlham Ehmed: Me derbarê penaberan di peymanê de jî xaleke taybet bi penaberan xistiye nav peymanê. Li vir jî careke din nîqaşên me çêbûn. Civîneke me ya taybet li gel wezîr çêbû û di vir de me rewşa koçberan nîqaş kir, vegera wan û her wiha çawa ew nûnertiya xwe di saziyan de bikin. Di pêşerojê de bawer dikim pêwîst e hinek gavên pratîk bên avêtin.

Rûdaw: Wate tê çareserkirin? Hûn li ser xetê ne ji bo çareserkirinê?

Îlham Ehmed: Em gelekî li ser dixebitin da ku şêwazek be ku xelk rihet be gava ku vegere, bê tirs be. Wiha em hinek mekanîzmayan pêk tînin ji bo ku xelk karibe bi rihetî vegere.

Rûdaw: Gelo hûn dê çi bikin ji bo parastina yekdengiya li gel ENKSyê da ku hûn bi yekdengî biçin Şamê?

Îlham Ehmed: Divê çarçove û lêvegereke Kurdan çêbibe û hemû mijarên girêdayî entegrasyonê û mafên Kurdan, meseleya destûrê, di çarçoveya vê lêvegerê de werin nîqaşkirin û gotûbêjkirin û li ser vî esasî planek heye di paşerojê de ew lêveger çêbibe.

Rûdaw: Civînên we heya çi qasî girîng bûn? Serok Macron soz da we ku li pişta we be. Hûn dikarin behs bikin ka gelo civîn çi qasî girîng bûn, her wiha çi qasî girîng bû ku tu û birêz Mezlûm Ebdî li vir amade bin?

Îlham Ehmed: Amadebûna me li vir nameyeke zelal da, piştî ew qasî êrişên ku li ser me çêbûn, li herêmên me çêbûn. Amadebûna me di komxebatên bi vî şêwazî de, hem rewşa herêmê, hem rewşa Sûriyeyê di hemû xebatan de xistine rojevê, ev mijarekî girîng bû. Peyamên ku di wan komxebatan de hatin girtin hene, yek hişyariya li ser entegrasyonê û aliyên ku me dît gav bi gav dişopînin, yanî ji realîteyê ne dûr in.

Çi astengî hene û çawa dikarin bibin alîkar, me hûrgiliyên wê fêm kir di nav nêrînên wan de. Ya din jî piştgiriya meseleya Kurd, çareseriya pirsgirêka Kurdan bû. Kurd çawa di nav birêvebiriya Sûriyeyê de rol bilîze, tê de be û nûnertiya wê hebe.

Ew jî me nêrîneke zelal tê de dît û herwiha ji bo ku meseleya entegrasyonê bi temamî çêbibe, hem Macron û hem yên din jî bi rengekî zelal gotin ku em dikarin rola garantor bilîzin.

Rûdaw: Serok Mesûd Barzanî û herwiha Serok Nêçîrvan Barzanî gelek hewl dan ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd hemû bi coş û yekdeng bûn. Çi qasî girîng e ku ev yekdengî û ev piştevani ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bike?

Îlham Ehmed: Bi rastî ev cihê spasiyê ye. Ez dizanim ew jî niha ligel xwe wisa dizanin ku erka xwe ya neteweyî pêk anîne. Em vê yekê fêm dikin û îro Serok Nêçîrvan jî wiha got. Wisa di vê qonaxa dîrokî de, piştgiriya Kurd, bi taybetî Başûrê Kurdistanê ku xwedî statu ye, roleke girîng di meseleyên têkiliyên derve de lîst û her wiha di hundir de jî piştgiriyên ku dane cihê spasiyê ne.

Li vir û pê de jî bi dîtina me ev xeterî neçûye, ne tenê li ser Rojava, bi nêrîna me hinekî firehtir dibe li ser Kurdan ev xeterî û qirkirin. Di vê çarçoveyê de yekîtiya Kurd, bi hemû rêxistinên Kurd re gihîştina bi astekî rêxistinbûnê girîng e.

Wate eger mekanîzmayeke hevbeş a Kurdan were avakirin, ew hêviya gelê Kurd a giştî ye, yanî her kesek. Kurd her kes dixwaze ku mekanîzmayeke hevbeş û giştî hebe li ser asta Kurdistanê. Ji bo berfirehkirina vêya jî bi dîtina min di paşerojê de li ser vê yekê bê sekinandin da ku li hemberî planên qirkirinê helwesteke baş bê nîşandan.

Rûdaw: Pirsa min a dawîn ji te ev e, hûn bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan. Piştî ku êrişî Rojavayê Kurdistanê hat kirin, welatên Ewropayê bêdeng bûn. Xelk gelekî dilgiran bû û derketin kolanan û xwenîşandan kirin. Nêrîna Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê çawa bû li gel we? Soza çi da we û bi giştî we behsa çi kir?

Îlham Ehmed: Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê bi xwe got ku em rewşê ji nêz ve dişopînin û haya me jî heye ku çi dibe li Sûriyeyê û ji bo ku entegrasyon bi şêwazekî rast çêbibe, em dê careke din piştgir bin û alîkar bin. Ew civînên hevbeş ku çêbûne, gelekî pê kêfxweş bûn ku dîmeneke Sûriyeyê ku Kurd jî tê de ye, ev bidome û bibe heqîqî.

Li ser vê, nêrîneke wan a taybet hebû û ji bo wê jî êdî rêbazên qirkirin û kuştin û bêîstiqrarî bên rawestandin û jinûveavakirin dest pê bike.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin