
Şamê biryareke nû da: Desthilata parêzgaran hat zêdekirin
.
Hikûmeta Sûriyeyê hinek desthilatên îdarî û darayî yên di bin banê Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê de radestî parêzgaran kirin.
Bi biryara nû re, parêzgar ji îhaleyan heta tayînkirina karmendan di qadeke berfireh de bûn xwediyê desthilata biryardana rasterast.
Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê ya Sûriyeyê ragihand ku hinek desthilatên di asta wezaretê de ji bo parêzgariyan hatine veguhastin.
Rêziknameya nû di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.
Armanca vê rêziknameyê ew e ku girêdayîbûna birêvebiriyên herêmî ya bi hikûmeta navendî ve kêm bike û burokrasiya herêmî bilez bike.
Giringîdayîna xweseriya îdarî û darayî
Li gorî biryarê, êdî parêzgar dikarin li bajar û bajarokan ofîsên xwe yên birêvebirinê ava bikin.
Her wiha desthilata tayînkirina rasterast a serokên meclisên herêmî û diyarkirina pere û meaşên endamên meclisê dan parêzgaran.
Di qada darayî de jî qada tevgera parêzgaran bi awayekî berbiçav hat berfirehkirin.
Parêzgar dikarin bêyî ku li benda erêkirina wezaretê bin, peymanên firotin, kirê û veberhênanê yên yekîneyên îdarî pesend bikin.
Di rêziknameyê de sînorê kirîna rasterast jî hat zêdekirin.
Bi vî awayî parêzgar ji bo projeyên diyarkirî bûn xwediyê mafê peymanên bi awayê dan û standinê û serîlêdana rêbaza pêşbirkê ya di îhaleyan de.
Kontrola jîngehê û desthilatên li ser karmendan
Rêziknameya nû tenê bi karên darayî sînordar nema.
Di warê jîngehê de jî desthilata "girtinê" dan parêzgaran.
Li gorî vê, parêzgar dikarin raporên kontrola jîngehê pesend bikin û derbarê tesîsên ku li dijî zagonan kar dikin de biryara girtinê bidin.
Her wiha derxistina xelkê ji xaniyên dewletê yên yekîneyên îdarî, xistina lîsteya reş a mutehîdên ku peymanê bin pê dikin û birêvebiriya karmendan jî ket destê parêzgaran.
Desthilata şaredaran jî hat zêdekirin
Di çarçoveya biryarê de ne tenê parêzgar, desthilata şaredarên navendên bajaran jî hat zêdekirin.
Şaredar dê di pêvajoyên birêvebiriya bajarên xwe de înîsiyatîfên berfirehtir bi kar bînin.
Ev gava Birêvebiriya Şamê, bi taybetî di vê demê de ku nîqaşên li ser modelên birêvebiriya herêmî (nenavendî) li Sûriyeyê tên kirin balê dikişîne.
Bi ketina meriyetê ya vê biryarnameyê re, hemû hukmên berê yên ku li dijî vê ne hatin betalkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin