Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin

Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin

.

A+A-

Du parlamenterên Swêdê projeyek ji bo parlamentoya welatê xwe amade kirine da ku ji nû ve dest bi geştên asmanî yên rasterast ji Swêdê bo Başûrê Kurdistanê û berevajî wê were kirin.


Weke ku di projeya her du parlamenteran de xuya dike, ji sala 2017an û di dema şerê DAIŞê de geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê û Swêdê de hatine rawestandin.

Sedema rawestandinê biryara wê demê ya hikûmeta Swêdê bû, ku di wê baweriyê de bû ku metirsiyên ewlehiyê li ser asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo van geştên rasterast hene.

Serdar Kuîse û Ulla Mueller ew du parlamenter in ku projeyasa îmze kirine. Serdar Kuîse Kurd e û bi salan e li parlamentoya Swêdê piştgiriya wan dozan dike ku bi Kurdistanê ve girêdayî ne.

Ulla Mueller jî seroka Tora Swêd-Kurdistanê ye di nav parlamentoya Swêdê de, ku ji hejmarek parlamenterên piştgirên pêwendiyên Swêd û Kurdistanê pêk tê.

Di projeya her du parlamenteran de diyar dibe ku tewra piştî bidawîbûna şerê DAIŞê jî ji ber heman sedemê geşt rawestandî mane, ji ber ku li navçeyên di bin desthilata hikûmeta Îraqê de hêzên çekdar ên li derveyî desthilata dewletê hene.

Her du parlamenter dibêjin ku êdî ti hincetek nemaye û pêwîst e ev mesele were çareserkirin, ji ber ku ev yek bûye sedema dilgiraniya diyasporaya Kurdan li Swêdê û ew hest dikin ku cudakarî li hember wan tê kirin.

Li ser heman mijarê, min gotûbêjek li gel Şoreş Qadir Rehîm, Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Swêdê ku bi salan e li ser vê dosyayê kar dike kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê bal kişand ser hewlên berdewam ên Nûneratiya Herêma Kurdistanê ji bo jinûvedestpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Swêd û Kurdistanê de ku ji sala 2017an ve hatine rawestandin.

Wî amaje bi wê yekê kir ku biryara qedexekirina geştên rasterast ji aliyê Saziya Çûnûhatinê ya Swêdê ve hatiye dayîn.

Ev yek jî ji ber wan raporan e ku her şeş mehan carekê ji aliyê saziyeke Yekîtiya Ewropayê ve derbarê hebûna metirsiyê li ser asmanê Îraqê tên nivîsandin.

Her çend ev rapor tenê pêşniyar in jî lê hikûmeta Swêdê ji ber van raporan biryar daye ku geştên rasterast rawestîne.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Swêdê piştî sala 2017an ve pêwendî bi Saziya Çûnûhatinê ya Swêdê, hikûmeta Swêdê û parlamentoya Swêdê re daniye, da ku nirxandineke nû ji bo van raporan were kirin.

Rapora dawî behsa metirsiya hin milîsan dike ku li Herêma Kurdistanê nînin lewra daxwaz ji partiyên Swêdê û sazî û dezgehên pêwendîdar hatiye kirin ku ji bo geştên rasterast nirxandineke nû bikin.

Şoriş Qadir mizgînî da ku du parlamenterên Swêdê pêşniyarek pêşkêşî parlamentoya Swêdê kirine ku tê de daxwaz hatiye kirin ku geştên rasterast ji bo Herêma Kurdistanê (Hewlêr û Silêmanî) jinûve dest pê bikin.

Parlamenteran di pêşniyara xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku diyasporaya Kurdan li Swêdê ji ber vê biryarê hest bi cudakariyê dike, di demekê de ku Kurdên Swêdê gelekî çûnûhatina Kurdistanê dikin û ji welatên cîran ên wekî Danîmarkayê geştên rasterast hene.

Derbarê cudahiya bi welatên wekî Danîmarka û Almanyayê re ku geştên wan ên rasterast hene, Şoriş Qadir eşkere kir ku yasayên welatan cuda ne.

Li Danîmarka û Almanyayê, berpirsiyariya ewlehiya geştyar li ser milê kompanyaya balafirvaniyê ye lê li Swêdê, yasa ewlehiya welatiyan dixe ser milê hikûmetê, loma biryara qedexekirinê hatiye dayîn.

Şoriş Qadir derbarê dema gihîştina biryareke dawî jî eşkere kir ku pêvajo ji çend qonaxan pêk tê ku ew jî wisa ne:

“Nivîsandina pêşniyarê, piştgirîkirina wê ji aliyê partiya parlamenteran ve çûna nav Komîteya Çûnûhatinê ya Parlamentoya Swêdê, paşê jî gotûbêjkirina wê li parlamentoyê.

Ev pêvajo di navbera du-sê mehan heta şeş mehan de didome û li gorî pêşbîniyan, dibe ku biryarek li ser geştên rasterast di dawiya bihara sala 2026an de were dayîn.

Şoriş Qadir tekez kir ku jinûvedestpêkirina geştên rasterast dê sûdeke mezin hem bide Swêdê û hem jî bide Herêma Kurdistanê.

Li Swêdê zêdetirî 150 hezar Kurdistanî dijîn ku berê gelekî geşt dikirin.

Sûda van geştan ji bo kompanyayên Swêdê û geştyarên welatên cîran jî hebû. Her wiha rawestandina geştan bûye sedema derketina pirsgirêkên civakî û tewra dersînorkirina hin geştyaran.

Bi giştî, jinûvedestpêkirina geştên rasterast dê ji bo jîngehê, hêsankirina geştê û vejandina pêwendiyên bazirganî û civakî mifadar be.

Hevpeyvîna Hêmin Ebdullah û Şoriş Qadir wisa ye:

Rûdaw: Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Stockholmê Kek Şoriş Qadir Rehîm bi xêr hatî Rûdawê. Eger mirov ji kesekî re behs bike, heşt salên dûr û dirêj geşta asmanî di navbera Swêd û Kurdistanê de tune ye dibe ku bawer neke. Diyasporayeke mezin a Kurdan li Swêdê heye û wek dibêjin pêwendî jî pêwendiyeke dîrokî ye. Çawa dibe ku heta niha ev rewş berdewam be? Yanî, nebûna geşta rasterast ne pêwîst bû yan sedemên din hebûn?

Şoriş Qadir: 
Pêşî silav Kek Hêmin, pirseke xweş e. Em wekî nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Swêdê ji sala 2017an ve dema ku ev biryar ji aliyê Saziya Çûnûhatinê ya Swêdê ve hat dayîn ku balafirên rasterast ji bo Îraq û Kurdistanê qedexe ne, me pêwendî bi Saziya Çûnûhatinê ya Swêdê re, bi hikûmeta Swêdê re, bi parlamentoya Swêdê re daniye da ku nirxandinek li ser wê rapora ku her şeş mehan carekê ji aliyê saziyeke Yekîtiya Ewropayê ve tê nivîsandin were kirin ku diyar dike metirsî li ser asmanê Îraqê heye.

Ew rapor her çend pêşniyar e yan jî rekomendasyonek e lê welatê Swêdê wisa biryar dabû ku balafirên rasterast bo Îraqê qedexe bike. Vêga, rapora herî dawî ya wê saziyê behsa metirsiya hin milîsan dike ku ew milîs li Herêma Kurdistanê nînin. Ji ber wê, me daxwaz ji partiyên Swêdê, ji hikûmeta Swêdê, ji Parlamentoya Swêdê kiriye ku nirxandineke nû li ser wê raporê bikin da ku nêrîneke nû li ser balafirên rasterast were dayîn. Niha, xweşbextane du endam û parlamenterên Swêdê pêşniyareke pêşkêşî Parlamentoya Swêdê kirine ku divê geştên rasterast ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo Hewlêr û Silêmaniyê careke din dest pê bikin.

Rûdaw: Erê, em Swêdî nizanin lê pêşniyar bi Kurdî bi spasî ji me re şandine. Yek ji wan tiştên ku ji bo min balkêş e ev e ku ew parlamenter dibêjin diyasporaya Kurdan li Swêdê hest dike ku cudakarî li hember wan tê kirin, hest dikin ku ev biryara ku hatiye dayîn tiştekî pir xirab e. Hûn ku nêzîkî diyasporaya Kurdan in, bi rastî gelek kes gilî û gazinan dikin, ji ber ku bi qasî ez dizanim Kurdên Swêdê diçin Kurdistanê û tên. Mînak, ji Danîmarkayê geşta rasterast heye, Danîmarka jî zêde ji we ne dûr e.

Şoriş Qadir: 
Wisa ye. Ji xwe welat bi welat yasa cuda ye. Danîmarka û Almanya 2 welat in ku balafirên wan ên rasterast hene. Yasaya wan welatan ji yasaya Swêdê cuda ye. Ew welat dibêjin ewlehiya geştyar li ser milê kompanyaya balafirê ye. Lê di yasaya Swêdê de cuda ye û hikûmeta Swêdê bi xwe rasterast ewlehiya welatiyan ango geştyaran digire ser xwe, ji ber wê jî ev biryar daye.

Rûdaw: Erê Kek Şoriş. Eger em wisa lê binerin, ev pêşniyar e û du parlamenteran şandiye. Ez dizanim hûn wekî nûneratiya hikûmetê dibe ku wan kesan han bidin ku li wir biryarder in da ku ew biryar derkeve. Tişta ku we bihîstiye, gelo îhtîmal heye ku heta dawiya salê, wekî ku dibêjin, mizgîniyek jî ji bo Kurdên Swêdê hebe? Tiştekî wisa dibe ku geşta rasterast dest pê bike?

Şoriş Qadir: 
Ez hêvîdar im lê bi giştî ev pêşniyar ji çend qonaxan pêk tên. Qonaxa yekem ew e ku pêşniyar tê nivîsandin ku di nav vê mehê de bi dawî bû. Qonaxa duyem ew e ku partiyên ku endamên wan di parlamentoyê de hene piştgiriya wê bikin, niha ew qonax jî bi dawî bûye. Qonaxa sêyem ew e ku biçe Komîteya Çûnûhatinê ya Parlamentoya Swêdê û ya çarem jî ew e ku li Parlamentoya Swêdê gotûbêj li ser were kirin. Ev dikare di navbera du-sê mehan heta şeş mehan bidome. Dibe ku di dawiya bihara sala 2026an de biryarek li ser were dayîn.

Rûdaw: Qezenca derketina biryareke wiha ji bo karsaziya Swêdê, yan jî ji bo kesên ne-Kurd li Swêdê ji bo Kurdistanê çi ye?

Şoriş Qadir: 
Erê wekî ku hûn dizanin, zêdetirî 150 hezar Kurdistanî li Swêdê hene û berê, berî sala 2017an, rojane balafirên rasterast di navbera Stockholm, Hewlêr û Silêmaniyê de hebûn. Hin rojan zêdetirî du-sê balafir diçûn, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo Îraqê jî. Ji bo Swêdê jî baş bû. Ji bilî wê, gelek geştyar ji welatên cîran wekî Norweç, Danîmarka û Fînlandiyayê dihatin û ji Swêdê geşt dikirin. Ev yek wan kompanyayên ku niha li Kurdistanê kar dikin teşwîq dike da ku di karê xwe de berdewam bin. Niha li Swêdê wekî ku min got, gelek Kurd hene, nifşê sêyem û çarem jî hene.

Ev kes, rast e weke peyker Kurd in lê di nav Swêdiyan de baweriya wan bi sazî û dezgehên Swêdê heye. Ji ber vê yekê, biryareke wiha li cem wan jî tirsê çêdike. Pirsgirêkên civakî jî çêdike ku zarok naxwazin seferê bo Kurdistanê bikin. Niha eger hikûmeta Swêdê biryareke wiha bide yan Parlamentoya Swêdê biryarê bide ku geştên rasterast vedibin, bêguman wê demê dê deriyekî nû vebe da ku geşt berdewam bibin. Wekî ku hûn dizanin, niha gelek ji me ku vedigerin Kurdistanê, bi rêya welatên derdorê vedigerin, bi rêya Almanya, Qeter an Tirkiyeyê. Hin caran bûyerên wiha çêbûne ku geştyar ji Swêdê çûye û hatiye dersînorkirin. Eger ji hezar kesî yek kes jî were dersînorkirin, wê demê 999 kesên din dê bikevin nava fikaran û dibe ku êdî geştê nekin bo Kurdistanê. Ji aliyê jîngehê ve jî, yanî ji bo jîngehê jî baş e ku balafir carekê seferê bike bo Kurdistanê li şûna ku du-sê caran transîtê bike. Ji ber vê yekê, ji her alî ve ji bo Swêdê û ji bo Kurdistanê baş e.

Rûdaw: Spasiya te dikim. Hêvîdar im Kurdên Swêdê, Kurdên li Swêdê di demeke nêz de nûçeyên xweş li ser geşta rasterast bo Kurdistanê bibihîzin. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Stockholmê Şoriş Qadir Rehîm spas ku tu bûyî mêvanê me.

Şoriş Qadir: 
Spas ji bo we, spas.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin