Sopranoya kurd Perwîn Çakar li Parîsê jî Konser da

Sopranoya kurd Perwîn Çakar li Parîsê jî Konser da

.

A+A-

Di çaçoveya turneyeya Ewropayê de, hunermanda navdar a dengxweş Perwîn Çakar li li Parîsê jî konser da. Perwîn Çakar di 17ê Adarê de, saet di 19ê de, li salona xwedî prestij Salle Cortot, li Parîsa 17ê derket pêşberî hezkirên xwe. Wê ew bi sitranên operaya klasîk mest kirin. Paşê bi sitranên kurdî ew birin serê çiyayên Kurdistanê û ji wir jî ew daxistin newal û deştan, carinan jî ew rakirin govend û dîlanê. 

Perwîn çakar konsera xwe ya ku ji sitranên operayê û yên kurdî pêk hatibû pêşkêşî bîranêna balerîna kurd Leyla Bedirxan kiribû ku gorawê jî li Parîsê ye.

Di repertuwara Perwîn xanimê de berhemên klasîk ên M. Raval, W. A. Mozart, J. Massenet, G. Puccini, C. Gounod û V. Belînî, li gel berhemên kurdî yên weke Newroz, lo Şivano, Çiyayên me, Tew veyvikê, Arix, Dayê welat şîrîn e û Ez kevok im hebûn.

Pervin Çakar dengbêja opera, sopranoya Kurd, bi dengê xwe yê zîz û bilind cihê xwe di nav hunermend û dengbêjên mezin yên muzîka klasîk de çêkir. Wê li Îtalya, xelata yekem ji bo baştirîn dengê jinan wergirt û beşdarî gelek operayên navdar yên mîna Carmina Burana ya Carl Orff's, Deidamia ya Handel û Mozart navdarên muzîka klasîk ya Ewrupa bû.

Pervin bi xwe dibêje ku ew ji Dêrika çiyayê mazî ya ser bi Mêrdînê ye. Ji biçûkanî de bi muzîkê mijûl bûye. Li dibistana navîn musîka gelerî bala wê kişandiye û li Diyarbekirê Lîseya hûnerên ciwan xwendiye. Li Zanîngeha Gazî ya Enqerê mamostetiya muzîkê û hunera şanê xwendiye. Paşê j ibo xwendina xwe çûye Îtalyayê û li wir jî beşê opera qedandiye.

Tevî ku ew niha li Elmanya, li xerîbiyê dijî jî, wê girêdana xwe ya bi gel û welatê xwe re nebiriye. Wê jiyana Kurdistanê, hest û ramanên gelê kurd di nav berhemên xwe de bicîh kirine.

Pervin dibêje destanên Kurdî gelekî nêzîkî karê operayê ne û ger kar li ser wan bê kirin, wê bi astekî bilind weke opera ji nû ve bên afirandin û bibin klasîk.

Herwiha dibêje, asta dengê wê ya soprano, di asta bilind ya dengbêjiya klasîk de ye ku di nav dengên Kurdî de ew ast, di dengên hunermendên wek Meryem Xan û Eyşe Şanê de peyde dibe.

Ew her wiha dixwaze berhemên hunermendên kurd ên mezin bi awayê operayê bêne ser sehnê.

Rûpela Nû / Parîs

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin