SOHR: Terorîstên DAIŞê 2 sivîl serjê kirin

SOHR: Terorîstên DAIŞê 2 sivîl serjê kirin

.

A+A-

Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundekî Dêrazorê du sivîl revandin û bi serjêkirinê ew kuştin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye ku endamên DAIŞê bi ser maleke li Dêrazorê navçeya Bisêrê de girtine û ji wan daxwaza 1000 dolaran kirine.

Piştre çekdaran 2 kes revandine û ew bi serjêkirinê kuştine.

Berî niha hatibû belavkirin ku çekdarên DAIŞê gef li karmendên parzûngehan xwarine û "zekat" li ser wan ferz kirine.

Di van demên dawî de şaneyên DAIŞê yên raketî li biyaban û deştên Sûriye dîsa çalak bûne û rojane binpêkirinên mafên mirovan pêk tînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin