
SOHR: Îsraîlê li Dera ya Sûriyê du bendên leşkerî çêkirin
.
A+A-
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Koya yê Hawiza Yermûkê yê li rojavayê Derayê 2 bendên leşkerî çêkirin.
SOHRê da zanîn, bendek li nêzî bîra avê ya li ser rêya Koya-Abdîn û ya din li nêzî herêma Erda hatiye avakirin û li her bendekê 5 wesayîtên leşkerî hene.
Herwiha hate gotin ku hêzên Îsraîlê derbasî herêma Diriyat a Qunetîrayê bûn û balafir jî li ser herêmê geriyan.
Îsraîlê doh jî ragihandibû ku efserekî wê di teqîneke li başûrê Sûriyeyê de birîndar bûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin