SOHR: Hêzên Koalîsyonê û HSDê li Hasekiyê bi hevre tetbîqata leşkerî kirin

SOHR: Hêzên Koalîsyonê û HSDê li Hasekiyê bi hevre tetbîqata leşkerî kirin

.

A+A-

Li gor ragihandina SOHRê (Mala Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê); li Binxetê li bajarê Hasekiyê li baregeha leşkerî ya Qasrakê, vê siba Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Koalîsyonê bi hevre tetbîqata zindî ya muhîmatan pêkanîne.

Helîkopter jî li ser herêmê firiyane û fişekên îşaretê avêtine. Her dû teref jî ji bo amadekariya şer zêdetir bikin û koordinasyona li sehayê pêşdetir bixin, tetbîqatê wekî perçeyekî hevkariyê kirin.

Çavkaniyên SOHRê ragihandine ku di 11ê Tebaxê de car din her dû teref tetbîqatekî weha kirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin