SOHR: Çekdarên Emşatê û Îstixbarata Tirkiyeyê bi ser mala Kurdekî de girt

SOHR: Çekdarên Emşatê û Îstixbarata Tirkiyeyê bi ser mala Kurdekî de girt

.

A+A-

 Îstixbarata Tirkiyeyê û çekdarên koma Emşatê li Helebê ciwanekî Kurd bi tohmeta ku têkiliyên wî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hene, desteser kir.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ciwanê Kurd di dema desteserkirinê de rastî lêdan û şkenceyê hatiye û birîndar bûye.

Piştre kesekî bi navê “Ebû Ayşe” gefa kuştinê lê xwariye lê ciwanê Kurd kariye bireve.

Di dema revê de gule lê hatiye reşandin û ji lingê xwe birîndar bûye.

"Gef li hevjîn û birayên wî hatiye xwarin û destdirêjî li xwişkên wî hatiye kirin"

SOHRê da zanîn ku piştî revê, heman hêzê bi ser mala wî ciwanî de girtiye, gef li hevjîn û birayên wî xwariye û destdirêjî li xwişkên wî kiriye.

Derî şikandine, li jinan geriyane û ji bo ku wan bitirsînin berê çekê dane serên wan.

Çekdaran her wiha gef xwariye ku eger ew xwe radest neke, dê dest deynin ser mal û dikana wî.

Ji ber vê yekê malbata wî ji tirsa neçar maye ku ji gund derkeve.

SOHRê tekez kir ku ev kiryar li ser ewlehiya sivîlên li herêmên di bin kontrola komên girêdayî Tirkiyeyê de yên li bakurê Sûriyeyê, metirsiyên cidî çêdikin.

SOHRê ragihandibû ku dewriyeyeke Hêzên Ewlehiya Giştî 5ê Tebaxê li bajarê Helebê du ciwanên ji Efrînê desteser kirine.

Li gorî agahiyan, yek ji destserkiriyan ji gundê Omer Semoyê yê navçeya Şeranê ye û yê din jî ji bajarê Efrînê ye.

Heta niha sedema desteserkirina wan nehatiye zanîn û nayê zanîn ka li kû ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin