Siyasetmedara Kurd: Divê Mazlûm Ebdî derkeve û danûstandinên bi Hikûmeta Sûriyê re ji Kurdan re eşkere bike!

Siyasetmedara Kurd: Divê Mazlûm Ebdî derkeve û danûstandinên bi Hikûmeta Sûriyê re ji Kurdan re eşkere bike!

.

A+A-

Seroka Partiya Ciwanan Ji Bo Avakirin û Guhertinê yê Sûriyê Perwîn Îbrahîm diyar kir ku di danûstandinên Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê de ti encamek derneketiye û got, “Berî her tiştî ji bo tiştê li Efrînê qewimî dubar nebe divê Mazlûm Ebdî naveroka danûstandina xwe ya bi hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê re ji gelê Kurd re eşkere bike.”

Şandeke partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê berî çend rojan li Moskow a paytexta Rûsyayê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov û rayedarên din re hevdîtinek pêk anîn.

Seroka Partiya Ciwanan Ji Bo Avakirin û Guhertinê yê Sûriyê Perwîn Îbrahîm ku di şandê de cih digirt, bû mêvana bultena Rojava ya Rûdaw TVyê ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve hat pêşkêşkirin û li ser naveroka hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Rûsyayê re û Rojavayê Kurdistanê axivî.

Pervwn Îbrahîm destnîşan kir ku ew daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Hikûmeta Sûriyê ji nêz ve dişopînin û got, “Ez dixwazim li vir çend peyaman bidim. Berî her tiştî ji bo tiştê li Efrînê qewimî dubar nebe divê Mazlûm Ebdî naveroka danûstandina xwe ya bi hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê re ji gelê Kurd re eşkere bike. Divê li Rojava her kes bizane ka biryarên çawa girtine da ku ne tenê ew nebin berpirsiyarê biryaran. Weke li Efrînê, bila paşê ranebin û nebêjin me wiha kir, wisa bû.”

Perwîn Îbrahîm anî ziman, “Em dizanin ku ti rêkeftin di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de nîne û bi vî awayî pêk jî nayê. Fermandarê hêzên Rûsî li Sûriyê Alexander Tchaiko roja borî li Qamişlo bû. Di hevdîtina bi Mazlûm Ebdî re nekarîn bigihin ti encamê. Mazlûm Ebdî dibêje, bila artêşa Sûriyê were van herêman biparêze. Artêşa Sûriyê dibêje em axa di bin kontrola Rêveberiya Xweser de naparêzin.”

Perwîn Îbrahîm diyar kir ku wan di hevdîtinên bi Bogdanov re nêrînên xwe anîne ziman û li ser nêrîna Moskowê jî got, “Rûsya bi zelalî dibêje, divê ewlekariya herêmê ji hikûmeta Sûriyê re bê dayîn, da ku Tirkiye nekeve van deveran, divê HSD 30 km paşde vekişe û zeviyên petrolê jî radestî Şamê bike. Lê aliyê din vê yekê qebûl nake û lihevkirinek pir zehmet e. Me got Erdogan li hincetan digere ku êrîşî herêmê bike û Kurdan bi PKKyîbûnê tawanbar dike. Rûsan û Bogdanov bi xwe jî digotin ku lihevkirineke wiha zehmet e. Dîsa anî ziman ku heta bi Amerîka û Hevpeymanan re di nava tifaqê de bin, ew tiştekî nikarin bikin. Hikûmeta Sûriyê dibêje, eger tifaqek çênebe em ê îro sibe bikevin herêmê, ev der xaka Sûriyê ye. Em dixwazin Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê xaleke lihevkirinê bibînin. Wek mînak van demên dawî li Swêdiyê xwepêşandanên li dijî hikûmetê hebûn. Îlham Ehmed derket û daxuyanî da û got ku em piştgiriyê didin van xwepêşandanan. Lê belê niha ne dema wê ye ku em gotinên wiha bikin. Ya ku divê em niha bikin ew e ku em pêşî li êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bigirin. Em hemû jî dizanin ku Tirk ji cihê ku bi dest xistine dernakevin. Ji ber vê yekê em dikarin bi lihevkirinekê pêşî li vê yekê bigirin. Nexwe ne Amerîka û ne jî Rûsya ji bo me tiştekî nakin.”

Perwîn Îbrahîm li ser pirsa “Projeya Rûsan li Sûriyê ji bo Kurdên heye?” got, “Lavrov wiha diyar dike ku Kurdan berê di çarçoveya yekîtiya Sûriyê de mafên xwe parastine û dixwazin ev maf di destûrê de cih bigirin. Lê Rûsya teqez jî dike ku ew destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de nake lê em dizanin meseleya bi Rêveberiya Xweser re ne tenê meseleya mafên gelê Kurd e. Pirsgirêk mezintir e, aboriya herêmê û mijarên din in. Niha eger Esed bêje ez mafên Kurdan nas dikim, dê Rêveberiya Xweser wê herêmê radestî hikûmeta Sûriyê bike?”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî herî dawî ji Şerqul Ewsat re ragihandibû ku ew bi hikûmeta Sûriyê re li ser serweriya neteweyî, sînor, al û sembolên neteweyî yên weke parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û di vê çarçoveyê de li hev dikin. Li ser xalên sereke jî heman nêrînê parve dikin û dixwazin HSDê jî bibe beşeke sîstema berevaniya artêşa Sûriyê.

Perwîn Îbrahîm diyar kir ku wê ev hevpeyvîn xwendiye û got, “Wê demê xala ku bi Hikûmeta Sûriyê re li ser li hev nakin çi ye? Divê Mazlûm Ebdî xwedî vê yekê ji raya giştî re bêje.”

Çavkanî: Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin