Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aymaz dixwaze bibe şaredara Kolnê

Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aymaz dixwaze bibe şaredara Kolnê

.

A+A-

Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aymaza ku niha li Almanyayê Alîkara Serokê Parlamentoya North Rhine-Westphaliauyê ye, dixwaze bibe seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê.

Bêrîvan Aymaz bi salan e di nava siyaseta Almanyayê de çalak e û di temamê civîn û çalakiyên xwe de balê dikişîne ser mafên Kurdan û Diyasporaya Kurdan a li Almanyayê.

Bêrîvan Aymaz xelka Çewlîga Bakurê Kurdistanê ye û dixwaze bibe şaredara bajarekî wekî Kolnê ku gelek Kurd jî li wî bajarî dijîn.

Bêrîvan Aymaz pirsên Nûçegihana Rûdawê Mey Dost bersivandin:

Rûdaw: Tu bi xwe 6 salî hatî Almanyayê. Ji ber vê yekê ez dibêjim koçberî bandor li karê te yê siyasî kir. Çawa bandor kir?

Bêrîvan Aymaz: Helbet. Ez dizanim tê çi wateyê mirov wekî zarok were welatekî ku mirov zimanê wî nizanibe. Û ez dizanim tê çi wateyê pirsgirêkên mirov hebin dema li xaniyekî digere.

Tê bîra min ji bo dê û bavê min zehmet bû xaniyekî bibînin wekî mirovên koçber lê ez dizanim jî çi qasî girîng e kesin li derdora mirov hebin ku piştgiriyê bikin.

Ev li Kolnê ji bo me pir girîng bû, li vir gelek kes hebûn alîkariya me dikirin ku em li vir jiyanekê ava bikin.

Rûdaw: Tu bibî şaredara bajarê mezin, ji bo koçberan tu dê çi biguherînî?

Bêrîvan Aymaz: Koln bajarek e ku gelek kes ji cihên şer û zehmetiyan tîne cem hev. Ji Kurdistanê, ji Rojava, Sûriye, Îran, Ukraynayê û em wekî kesên Kolnê gelekî serbilind in bi vî tiştî ku her kes li ser vê yekê xebitî.

Ez dixwazim van taybetiyên bajêr zindî bihêlim û bi taybetî girîng e alîkariya bi dilxwazî hebe, alîkariyeke rasterast di cihê penaberan de, kursên Almanî hebin, çalakiyên wekî êvarên lîstikan ji bo zarokan, ji bo karên wisa jî pêwîstî bi alîkariya aborî heye.

Ji bo min girîng e em diyar bikin ku ti cihê nijadperestiyê li bajarê me tune û ez dê wekî şaredara bajarê mezin ji bo vê yekê bixebitim ku bi xwe dîroka wê ya navneteweyî ya koçberiyê heye.

Rûdaw: Gelekî spas Bêrîvan Aymaz, em serkeftinê ji bo te dixwazin.

Bêrîvan Aymaz: Gelekî spas, ez gelekî kêfxweş im ku ew qas kesên ku wekî min an derengtir hatin vî welatî û wisa motîvasyona wan heye û beşdarî hilbijartinê dibin.

Gelek piştgirî ji bo min tê û ez dixwazim spasiya her kesî bikim ku piştgiriya min dike, gelekî spas.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin