Sîrwan Barzanî: Tevgera DAIŞê zêde bûye

Sîrwan Barzanî: Tevgera DAIŞê zêde bûye

.

A+A-

 Berpirsê eniya Guwêr – Mexmûr ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, tevgera DAIŞê di vê demsalê de zêde bûye û sedem jî xirabûna seqa û hewa ye û mesafeya dîtinê jî kêmbûye.

Sîrwan Barzanî derbarê bombebarana şeva borî de ku wisa hat ragehandin ku balefirên Tirkiyê kampên PKKê bombebaran kiriye û vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ti balefiran bombebaran nekirine, hêzên Iraqî tevgera DAIŞê dîtine û bi hewan topbarana wan kirin.’’

Herwaha derbarê zêdebûna tevgera DAIŞê de jî got: ‘’Di vê demsalê de ji ber seqa û mij û mesafeya dîtinê ji ber kêmbûye, bi taybet bi dûrbînê jî zêde dûr nayê dîtin, ji ber wê jî tevgera DAIŞê zêde bûye. Em jî her demekî di amadebaşiyê de ne ji bo operasyonê, çi bi tene be yan jî li gel aliyên Iraqî be.’’

Derbarê çawaniya nehiştina DAIŞê ya li wî sînorî de jî Sîrwan Barzanî got: ‘’Ev pirsgirêkekî seranserî li Iraqê ye. Ji aliyê Pêşmerge ve û cîhên kurdan û di bin kontrola hêzên Pêşmerge de DAIŞ tine. Lê li aliyê din ê Iraq lê ye û divê em ji çeperên xwe dûrbixin, bi danîna lîwayên hevbeş ve dikare ew mesafeya hebûye di aliyê valatiya ewlehiyê de bê tejî kirin.

Sîrwan Barzanî derbarê destbikarbûna lîwayên hevbeş de amaje bi wê yekê jî kir ku, soz dane di budceya 2023yê de budce ji bo wan herdu lîwayan cuda bikin. Ew tişt bê kirin di heyama du heta 3 heftiyan de dikare ew hêzane li cîhên xwe dest bi kar bikin. Ji ber hemû amadekarî hatiye kirin, lê paşketina wê mijara lîwayên hevbeş gelek kêşa û paşketina wê jî bê wate bû.

Derbarê operasyona nû ya dijî DAIŞê li wî sînorî jî Sîrwan Barzanî diyar kir, naha dûr ji çavên ragehandinan operasyonên biçûk tên kirin, bi wî awayî jî nahêlin terorîst li navçeyê bêhna xwe bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin