Şirovekarekî siyasî: Me raperîn ji bo serxwebûn û azadiyê kir

Şirovekarekî siyasî: Me raperîn ji bo serxwebûn û azadiyê kir

.

A+A-

 Şirovekarekî siyasî got, Kurdistaniyan di sala 1991ê de ji bo rizgarbûna ji rejîma Beis raperîn kir, ne ji bo dahat û mûçe.

Mamostayê zanîngehê û şîrovekarê siyasî Dr. Keywan Azad ji K24ê re ragihand, xelkê di buhara sala 1991ê de serî hilda, da ku ji bindestiya rejîma Beis rizgar bibin. Gel ne ji bo bidestxistina mûçe û dahat û xizmetguzariyan serî hilda, ku ev hemû di serdema rejîma Beis de jî heta radeyekê hebûn.

Dr. Keywan Azad got: “Piştî dîroka 33 salan, Silêmanî ku di rojeke weke îro de serhildan lê hat kirin, 360 pile guhertin çêbû. Çima îro xelk gihîştiye vê rewşê ku bi Bexda yan jî bi biryarên Dadgeha Federalî razî bibin? Çima celk ji bo heqdestiya xwe ya mehane, dest ji her tiştî berdane? Ev bûye pirseke bêbersiv.”

Tekez kir jî: “Xala girîng ew e ku me ji bo serxwebûn û azadiyê serî hilda, ti şoreşek ji şoreşên berê ne ji bo nan, xwarin û mûçe bûn.”

Got jî: 33 sal bi ser serhildanê re derbas bûne û niha em dibînin rewşeke nû li Herêma Kurdistanê hatiye, ew jî çend diyarde li Herêma Kurdistanê dîyar dibin, xelk hest bi dûrbûnê ji berpirsên Herêmê dikin. Piştî pandemiya Koronayê rewşeke giran bi ser Herêma Kurdistanê de hat û mûçe çend meh dereng dikevin. Ev hemû bûne sedem ku mirov guh nede hemû azadiyên xwe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin